Piştî erdhejê dibistanên herêma Firatê hatin vekirin

Dibistanên herêma Firatê ku piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê hatin kirin, ji nû ve hatin vekirin û dest bi perwerdeyê kirin.

Bi erdheja 6'ê Sibata 2023'an re ku li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û bandor li Bakurê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji bo parastina xwendekaran 641 dibistanên li herêma Firatê hatin girtin. Di encamê de 1.248 xwendekarên amadekarî ji destpêkirina dibistanê re dikirin, 49.986 xwendekarên seretayî, 10.757 xwendekarên dibistana navîn û 2.505 xwendekarên agahî bi giştî 64.496 xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê biryara jinûve destpêkirina xwendinê da û bi vê yekê re xwendekaran berê xwe dan dibistanê.

Di encama erdhejê de xisar li 13 dibistanên li Kobanê bûbû.