'Pirsgirêkên li herêmê bi azadiya Rêber Apo çareser dibin'

Silêman Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din pergala êşkence û qirkirinê li Rêber Apo ferz dike û got, "Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe."

Têkildarî rewşa êşkenceyê a ku li Îmraliyê endamê Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Kantona Firatê Silêman Silêman ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku çareseriya tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.

Silêman Silêman anî ziman ku piştî 44 mehan hevdîtineke ji 2 saetan bi rêya nalbatê ji aliyê biraziyê Rêber Apo Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan pêk hat û bi bîr xist ku Rêber Apo di wê hevdîtinê de anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Silêman Silêman got, "Rêber Apo 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava sîstemeke qirkirinê de tecrîdkirî ye. Sîstema êşkenceyê ya li ser Rêber Apo her roj hîn giran dibe."

Silêman ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û hemû dewletên desthilatdar ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin, ji ber wê sîstema êşkenceyê dane sepandin û got, "Armanca dewleta Tirk tinekirina neteweya demokratîk e. Lewma pergala êşkence û qirkirinê ferz dike. Dewletên Desthilatdar jî ji fikra Rêber Apo ditirsin. Faşîzma Tirk jî nahêlin ne malbat ne jî parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, bi hincetên cuda dixwazin gel ji Rêber Apo dûr bixin, lê berevajî vê yekê  Rêber Apo bi raman di nava me de azad e. Rêber Apo ne Rêberê gelê Kurd bi tenê ye, Rêberê tevahî mirovahiyê ye, her wiha Rêber gelê bindest e."

Silêman anî ziman ku wê bi fikrê Rêber Apo asta têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin û wiha gotina xwe domand: "Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî bajarê Kobanê kirin, wê demê Rêber Apo seferberî ragihand û di encamê de bi milyonan kesî berê xwe dan bajarê Kobanê û piştgirî dan gelê xwe. Çavên gel li Îmraliyê ye, em bi gotinên Rêber Apo û ramanên wî xwe birêxistin dikin û asta têkoşînê bilindtir dikin."

'RÊBER APO BÛ RÊYA RONAHIYA TEVAHÎ GELÊN BINDEST'

Di dewama axaftinê de Silêman da zanîn ku di 24'ê Cotmeha 2024`an careke din dewleta Tirk a dagirker pergala êşkence û qirkirinê li ser Rêber Apo girantir kir û got, "Em gelê Kurd bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û li ser wê têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê dewam dikin. Gelê ku li Rojhilata Navîn berê di nava tarîtiyê bû, yê ku ew gel ji bindestî û tarîtiyê rizgar kirin, Rêber Abdullah Ocalan bû. Lewra divê em bi roj û şevê di nava têkoşînê de bin."

'ÇARESERIYA ALOZIYAN LI ÎMRALIYÊ YE'

Silêman balkişand ser aloziya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirrêkên li herêmê tenê li Îmraliyê bi Rêber Apo re ye. Silêman di dawiya axaftina xwe de got, "Divê êdî gelê me li her çar parçeyê Kurdistanê rabin ser piyan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e."