Pirsgirêka stargeh û xwarinê ya sivîlên ji Dêra Zorê didome

Hejmara sivîlên ji Dêra Zorê hatine Ebû Xeşebê, 15 hezar derbas kir.

Hejmara öirovên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û rejîma Baas direvin û xwe li herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) digirin, zêde dibe. Di nava du rojan de 400 malbat ji El Bûkemalê reviyan û gihîştin kampa Dêra Zorê ya li Ebû Xeşebê.

Ji ber zêdebûna hejmara koçberan û nebûna derfetên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û Rêveberiya Kampê, pirsgirêka stargeh û xwarinê rû dide.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û Rêveberiya Kampê ve hatine dayin, hejmara koçberên li kampên Cezra, El Bohemîd û El Kesratê dimînin zêdeyî 15 hezar e.

Tevî ku hejmara koçberan ku piraniya wan zarok û extiyar in zêde dibe, rêxistinên alîkariyê bêdeng û xemsar in. Bi taybetî pirsgirêka xwarinê û sobeyê heye.

Koçberê bi navê Mihemed El Selman ê ji bajare El Bûkemalê koç kiriye, banga alîkariyê li saziyên alîkariyê kir û got, pêwîstiya wan bi alavên ji bo zivistanê û bi taybetî bi konan heye.

Koçberekî din ê ji gundekî rojhilatê Dêra Zorê ye got, "Serma zivistanê tehdê li zarokên me û malbatên me dike. Heta niha ti saziya alîkariyê alîkarî nedaye me."