Piraniya bajarokê Sûsê hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de piraniya bajarokê Sûsê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Şervan doh ketibûn nava bajarokê Sûsê.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de piraniya bajarokê Sûsê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Şervan doh ketibûn nava bajarokê Sûsê.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên QSD'ê 80 ji sedî yê bajarokê Sûsê rizgar kirin.
Rayedarên leşkerî yên QSD'ê jî diyar kirin, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ'ê ku hewl didan êrîşê bibin ser nuqteyên şervanên QSD'ê hatiye rûxandin.
Şerê li navenda bajarokê Sûsê didome.
Sûsê bajarokekî navçeya Hecînê ye ku ser bi Dêra Zorê ve ye.