Peyman ji Kobanê bi firê ket, li Dêra Zorê bû Bager
Peyman dema ku ji Dêra Zorê hatî Kobanê şervaneke ciwan a 18 salî bû. Hê beriya ku şerê mezin dest pê bike bi 6 mehan tê Kobanê. Hatina wê ya Kobanê jî weke ‘çûyina’ wê ne bi hêsanî ye...
Peyman dema ku ji Dêra Zorê hatî Kobanê şervaneke ciwan a 18 salî bû. Hê beriya ku şerê mezin dest pê bike bi 6 mehan tê Kobanê. Hatina wê ya Kobanê jî weke ‘çûyina’ wê ne bi hêsanî ye...
Li Kurdistanê zarok tim neçar mane ku zû mezin bibin.. Tim bi rengekî nîvco neçar in ku jiyana xwe bidomînin. Li gel vê jî bi hemû coşiya xwe dikeve wê rêya ku bêhna azadiyê jê dikin. Peyman Cûdî jî li pey vê bêhna ku li kuçeyên Dêrazorê, dikeve rêyên Kobanê..
Peyman dema ku ji Dêra Zorê hatî Kobanê şervaneke ciwan a 18 salî bû. Hê beriya ku şerê mezin dest pê bike bi 6 mehan tê Kobanê. Hatina wê ya Kobanê jî weke ‘çûyina’ wê ne bi hêsanî ye...
Peyman, di wan rojan de ku ku kelecaniyeke mezin a şoreşê hebû, bi hevalên xwe re tevlî nav xebatên siyasî dibe. Bi hezkirina li Cûdî ya ku qet çav pê neketibû dikeve nav xebatan. Lê dijwariya şoreşa Rojava û şer tim wê azweriyê bi Peyman re çêdike ku li eniyên pêş be. Peyman daxwaza tevlêbûna nav YPJ’ê ji hevalên xwe re dibêje û dixwaze ku vê ji malbata wê re ragihînin. Lê dema ku hîn dibe ku hevala wê jî ev biryar daye û dixwazin heman axaftinê bikin bi hev re dest bi ken dikin. Bi vî rengî deriyekî nû li herduyan vedibe. 6 heval peymanê datînin ku roja Newrozê biçine qadên leşkerî. Dema ku wext tê, li cihê civanê tenê Peyman û hevaleke wê heye.
BI ASTA BERPIRS PEYWIRDAR DIBE
Ev du heval ji Dêra Zorê ber bi Qamişlo ve bêyî ku çeteyên DAIŞ’ê wan bibînin derbas dibin û ji Qamişlo derbasî Kobanê dibin û ji YPJ’ê perwerdehiyê distînin. Peyman di demeke kurt de bi helwesteke ku ji temenê xwe meztir derdikeve pêş û di qada leşkerî de derdikeve pêş. Bi vî awayî di tabûra xwe de dibe berpirs.
Hezîranê dema ku nû êrîş bi ser Kobanê de çêdibin, êşa windabûna hevalan bi Peyman re çêdibe. Peyman piştî her hevalê xwe yê ku hatî veşarin zêdetir têdikoşe û hişmendiya xwe geştir dike. Peyman, di dewreyên nû yên perwerwedehiyê de peywirên xwe bi layiqî bi cih tîne. Ji bo şerê mezin ku wê 16’ê Îlonê dest pê bikira xwe û hevalên xwe ji bo ku hazir bike tişta ji dest tê texsîr nake.
XWE DIXE DILÊ HER KESÎ
Peyman ji bêtêlê ji ber ku carinan dengê bi Tirkî tê û fêhm nake di vê qadê de jî biryar dide ku xwe pêş bixe. Ji hevalekî xwe yê Bakurî re dibêje ku ew wê hînî Tirkî bike, ew ê jî Erebî bidiyê. Ev jina ciwan a wêrek a Dêra Zorê ku bi mebesta nîşan bide ku ew jî hînî Tirkî bûye bi qerfî ji hevalê xwe re dibêje, ‘sîz hayirdir?’’ (Li we xêr e?), bi henekê xwe jî dike ku her kes jê hez bike.
‘YPG/YPJ WÊ WE BIQELÎNE’
Dema ku li Kobanê berxwedana dîrokî dest pê dike Peyman li eniyên pêş e. Bi şev û roj tişta ku ji dest tê dike. Sibehekê ji bo ku sivîlan ji gund derxîne dema ku diçe gund, diyar dibe ku çeteyên DAIŞ’ê berê sibehê bi ser gun de girtine. Ji ber ku mêrên gund ji tirsan xwe veşartine, jineke ciwan derdikeve pêş çeteyên DAIŞ’ê û dibêje, ‘YPG/YPJ wê we biqelîne’ û dibêje wan biçin. Çete vê jina wêrek dikujin. Deka xizmên vê jina ciwan vê bûyerê dibêjin, berzendika kesk û sor û zer a jina ku hatî kuştin didine Peyman.
BÛ BAGER Û VEGERIYA
Peyman dema ku bi çîroka jina ciwan dihise careke dî sond dixwe ku heta dawiyê ew ê şer bike. Piştî şevên dirêj û rojên germa kelîjanê şer kir 26’ê Îlona 2014’an li gundê Minazê Peyman Cûdî şehîd dibe. Cenazeyê wê di şertên wan deman de nabin Dêrazorê û li şehîdgeha Kobanê tê veşartin.
Dema ku Dêrazorê di dest çeteyên DAIŞ’ê de bû, ev jina ciwan bi hişmendiya Kurdistanê ya ku bi hevrêyên xwe re hatî Kobanê, bi heman hişmendiyê dibe bersiv. Li xaka Rojava ku bi xwîna Peyman û bi sedan heval,ên wê azad bûyî, bagereke azadiyê xwe li Dêra Zorê dixe. Peyman Cûdî per û baskên xwe li Kobanê vekirin û niha bû bager li ser Dêra Zorê.
Xeyalên Peyman, Serxwebûn, Egîd, Zehra û gelekên ji wan weke tovê ku dikevin zikê axê zîl didin!