Peyama sala nû ji Papazê Rojavayî

Papaz Bitrûs Selman di pîrozbahiya sersala gelên herêmê de daxwaza "Sala ku em tê de êşa zarokên xwe nekişînin" kir. Ji dagirkeran re jî ev peyam da: “Ev ax, ev av a me ye. Tu kes wê nikaribe me ji vê axê derxîne.”

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava, gelek gel û etnîsîteyan bi çand û baweriyên xwe di nava aştî û aramiyê de dijîn.

Yek ji van bajaran jî bajarê Qamişlo ye ku Ereb, Kurd, Asûrî, Xiristiyan û Misilman bi hev re dijîn. Hebûna bawerî û çandên cuda rê li ber jiyana bi hev re û biratî nagire.

Bi boneya Sersalê li gelek taxên bajarê Qamişlo amadekarî hatin kirin. Sersala nû ku ji aliyê gelê Suryanî-Xiristiyan ve wekî rojbûna Hezretê Îsa Mesîh tê pîrozkirin, xwedî girîngiyeke mezin e û li dêran îbadet tê kirin.

Weke ekîba ANF’ê bi boneya êrîşên li dijî Rojava û sersala nû, me mîkrofonên xwe dirêjî Papazê Dêra Marbitrus û Polo ya Suryaniyên Katolîk ên Qamişloyê Bitrus Selman kir.

Papaz Bitrus Selman sersala hemû gelên herêmê pîroz kir û peyamên biratî û yekîtiyê da. Bitrus Selman gelê Qamişlo dişibîne taceke rengîn a li ser çiqekî.

Papaz Bitrus Selman wiha peyama xwe anî ziman; “Em wek gelê Suryan bi taybetî di rojbûna Îsa Mesîh de biratî, hezkirin û aştiyê dixwazin. Em ji wî fêrî hezkirina hemû reng û cudahiyan bûn. Her wiha hêvî dikim ku sala nû bibe salek bê êş û nexweşî, salek bextewer be û em êşa zarokên xwe nebînin.

Bajarê Qamişlo mîna tacekê ye li ser çiqekê û pêkhateyên ku li Qamişlo hatine dijîn vê tacê bi rengên çanda xwe dixemilînin, eger hûn yek ji van pêkhateyan ji vê tacê veqetînin, rengê tacê wê xirab bibe. Her çiqasî ziman û adetên me ji hev cuda bin jî, em li van axan bi hev re dijîn û ev yek jî rê li me nagire ku em bi hev re bijîn. Ev ax, ev av a me ye. Kes nikare me ji van axan derxîne, ger rojekê kesek bixwaze bêje ev erd ên me ne û bixwaze me derxîne, em naçin. Ev ax axa bav û kalên me ne. Eger ez bibînim ku cîranê min ê Kurd yan jî pêkhateyek din rastî êrîşan tê, ezê li kêleka wî bisekinim û alîkariya wî bikim, ji ber ku ev rêgeza herî girîng e ku em bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku pêwîstî bi ti hêzeke derve nîne ku li bajarê me rêveberiya me bike. Ji ber ku bav û kalên me bi hev re xizmeta vê axê kirine. Ti ferqek di navbera gel û etnîsîteyên li Qamişlo de tune ye. Divê em vê fêm bikin, li gorî wê bijîn, kevneşopî û paşeroja xwe biparêzin.”