Peyama Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya 19’’ê Tîrmehê
Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, destnîşan kir ku wê têkoşîna azadiyê bidomînin û wê bi rizgarkirina Reqayê jî serkeftinên mezin bên bidestxistin.
Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, destnîşan kir ku wê têkoşîna azadiyê bidomînin û wê bi rizgarkirina Reqayê jî serkeftinên mezin bên bidestxistin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, îro bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.
Konseya Rêveber di daxuyaniya nivîskî ya bi boneya salvegera 5’emîn a 19’ê Tîrmehê dayî de, diyar kir ku çawa bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê, gelek herêmên Sûriyeyê hatin rizgarkirin, wê bi rizgarkirina Reqayê re jî serkeftinên mezin bên bidestxistin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
ʺEm salvegera 5ʹan a 19ʹê Tîrmehê li gelê xwe û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin, her wiha em şervanên qehreman ên di eniyên şer de tekoşînê dikin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Şoreşa 19ʹê Tîrmehê destpêkirineke dîrokî, nûjen û mezin di Sûriyê de bû. Ji ber vê şoreşê rastiya şoreşa gelê Sûriyê û daxwaza gelê me derxist pêş. Ew bû şoreşa gelên ku li dijî hemû curiyên zilmê serî hildan.
Di dema hin hêzên opozisyona Sûriyeyê ji rastiya xwe ya şoreşgerî derketin û ketin xizmeta siyasetên hêzên derve de, hêzên ku serkêşiya şoreşa 19ʹê Tîrmehê kirin xeta xwe ya şoreşgerî, demokratî û netewî parastin. Van hêzan gelek destkeftiyên bi nirx di rewşên herî zehmet de bi dest xistin û şoreşa wan bû şoreşa bi pêşengtiya ciwanên Kurd hate destpêkirin û bi ser ket. Bi demê re ev şoreş bû xeta ku hemû gelên Bakurê Sûriyê wê esas bigrin. Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ku li ser rêgezên Neteweya Demokratîk û azadiya jinê pêkhat gelek destkeftiyên fikrî, çandî û civakî pêk anî. Bi vê yekê herêmên me bûn herêmên herî bi ewle yên di Sûriyê de.
Şoreşa 19ʹê Tîrmehê şoreşeke gelerî û bi hêza gel pêk hat. Parstina mafê mirovan û hemû gelê Sûriyeyê kir, her wiha bû şoreşa azadiya jinan di hemû qadên jiyanê de parstina mafê wê kir. Şoreşa gelê Sûriyeyê bû ji ber ku li gorî hêviya hemû gelê Sûriyeyê tekoşîn hate kirin û jiyana azad pêk anî. Şoreşeke insanî bû û parstina hemû mirovên bindest kir. Vê şoreşaê DAIŞ û hemû aliyên piştigriya wê dikin, têk bir.
Vê şoreşa ku ji Kobanaya bûye paytexta mirovahiyê destpê kir. Îro jî li dijî di paytexta wan de li dijî dijminên mirovahiyê ku bajarê Reqa kiribûn navenda tirs û zilmê tekoşînê didomînin. Wekî çawa şoreşa 19ʹê Tîrmehê desekeftiyên mezin bi dest xistin wê di rizgarkirina Reqayê de jî biserkeve.
Îro û li ser esasê destkeftiyên vê şoreşê gelê me sîstema azadî, demokrasî û edaletê pêş dixe. Sîstema fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeê berhemên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ye. Ev şoreş armanca û hêviya bi hezaran şehîdên ku ji bo pêkanîna jiyana azad canê xwe fedakirine pêk hatiye.
Bi vê boneya pîroz em careke din tekez dikin ku çiqasî zehmetî mezin û pir bin, çiqasî êrîşa dijwar bibin em ê serê xwe ji tu hêzan re netewînin. Em ê ji bo pêkanîna sîstema Demorkatîk a azad ku layîqî hemû gelê li ser vê xaknîgariyê jiyan dike pêk bînin,kar bikin. Heta azadî pêk were em ê bi diurşmeya an azad an azadî kar û xebatên xwe bidomînin.”