Pentegon: Wê hevkariya me ya bi QSD’ê re bidome
Pentegon, ragihand ku hevkariya wan a bi QSD’ê ku YPG jî di nav de cih digire, wê bidome.
Pentegon, ragihand ku hevkariya wan a bi QSD’ê ku YPG jî di nav de cih digire, wê bidome.
Di daxuyaniya Pentegonê de ev tişt hate gotin: “Hevkariya me ya bi QSD’ê ku YPG jî di nav de cih digire, wê bidome. Ji beriya niha weke ku me ji bo Tirkiyeyê gotibû, çekên ku em didin hêzên Sûriyeyê, sînordar e û di çarçoveya erkê de ye, ji bo armanca leşkerî bihêje cih. Biryarên têkildarî hevkarên me yên Kurd alîkariya leşkerî li ber çavdêriyê ye.”