Pêngava Reqayê: Li 7 taxan 29 çete hatin kuştin

Li 7 taxên bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewime. Pêşveçûna şervanên QSD′ê didome. Di 12 saetên dawî  de 29 çete hatin kuştin.

Li taxa Nezlit Şihadê ku piraniya wê hatiye rizgarkirin, şervanên QSD′ê dest bi êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ′ê kirin, di encamê de 8 çete hatin kuştin û cenazeyên çeteyan li kolan in. Şervan li gelek kolanên taxê bi pêş ve diçin.

Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajêr jî, di encama xebatên paqijkirina derdora mizgefta El-Mene de 6 çete hatin kuştin. Her wiha tuneleke çeteyan jî hat dîtin.

Li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî 3 çeteyên DAIŞ′ê bi sekvanên şervanan hatin kuştin. Di encama pevçûnên li taxa Nehda ku şervan nû derbasî wê bûne jî, 2 çete hatin kuştin.

Li bakur rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan êrîşî noqteyên rizgarkirî yên li taxa Rewda bikin. Di encama vî şerî de yê ku li vir rû da, 6 çete hatin kuştin, cenazeyên wan li taxê ne û 3 çete jî birîndar bûn.

Her wiha di şerê li taxa Reqaya Berê ya rojhilatê bajêr qewimî de jî, yek jê sekvan 3 çete hatin kuştin. Li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê taxa Berîdê jî çeteyek hat kuştin.

Tîmên taybet ên girêdayî QSD′ê jî li noqteyên rizgarkirî mayînên çeteyên DAIŞ′ê rakirin û tunelên çeteyan dîtin.