Pêngava Reqayê: Gelek sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên girêdayî QSD'ê gelek sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin.
Tîmên taybet ên girêdayî QSD'ê gelek sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin.
Di dema rizgarkirina sivîlan de, çeteyên DAIŞ'ê bi çekan êrîş kir û di encamê de sivîlek jiyana xwe jidest da û gelek sivîl jî birîndar bûn.
Li Taxa Nezlît Şehadê ya ku dikeve başûrê Reqayê, şervanên QSD'ê xeta parastinê ya çeteyên DAIŞ'ê şikand û gelek sivîl rizgarkirin.
Di dema rizgarkirina sivîlan de çeteyan êrîş kir û di encamê de sivîlek jiyana xwe jidest da û gelek sivîl jî birîndar bûn.
Di 2 hefteyên dawî de li şerê ku li Taxa Nezlît Şehadê de şervanên QSD'ê nêzîkî 2000 sivîl rizgarkirin.