Pêngava Reqayê: Di şer de 44 çete hatin kuştin
Li taxa Nezlet Heşadeyê, hêzên QSD êrîşên wesayit û motosîklêtên bombebarkirî şikandin. Ji duh bi şev û vir ve di şer de 44 çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê hatin kuştin.
Li taxa Nezlet Heşadeyê, hêzên QSD êrîşên wesayit û motosîklêtên bombebarkirî şikandin. Ji duh bi şev û vir ve di şer de 44 çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê hatin kuştin.
Li taxa Nezlet Şehade ya li başûrê Reqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerê ku şevê din dest pê kirî heta îro berê sibehî dom kir. Çeteyan ji bo ku pêşî li şervanên QSD'ê yên li taxan bigirin bi 3 wesayit û 2 motosîkletên bombebarkirî êrîş bi ser mewziyan de birin.
Şervanên QSD'ê bersiv dan û êrîşên çeteyan şikandin. 3 jê di encama mayinên xwe yên ku danîbûn de bi tevahî 14 çete hatin kuştin.
Bi van êrîşên dawî re ji şevê din ve 6 caran bi wesayitên bombebarkirî êrîş hatin kirin. Ji şevê din ve di şer de 44 çete hatin kuştin ku di nav van de segvan û serçete jî hebûn.
Her wiha li taxa Reqaya Berê û taxa Berdî ya li rojavayê bakurê bajêr şer şevê din heta berê sibehê dewam kir. Der barê vî şerî de encam hê zelal nebûye.