Pêngava Reqayê: Baskên bakur û rojava gihîştin hev

Di qonaxa dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku bi navê 'Şehîd Ednan Ebû Emced' bi rê ve diçe, taxa Berîd hate rizgarkirin û 11 çete hatin kuştin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku bi navê 'Şehîd Ednan Ebû Emced' îro dest pê kir, bi rengekî serketî û bi lez dewam dike.

Li taxên Kurdan, Huriyê (Azadî), Bedû,  Endulus, Sexanî, Metar û Methene di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin, ku 6 jê çeteyên biyanî ne.

Di vî şerî de taxa Berîd hate rizgarkirin û baskên bakur û rojava yên hêzên pêngavê gihîştin hev.