Pêngava Reqayê: 23 çete hatin kuştin

Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de yê li navenda bajêr û rojhilatê Reqayê, 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Li navenda bajarê Reqayê  şerê giran ku di saetên sibehê de destpê kiribû, ta vê kêliyê dewam dike. Çeteyên DAIŞ`ê  cilên sivîlan li xwe kiribûn êrîşe niqteyên şervanên QSD`ê yên li gundê Reqa Semra a 3`ê kîlometre dikeve  rojhilatê Reqayê, kirin. Li vir  wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandn.

Bi giştî di encama şerê ku heta niha li navend û rojhilatê Reqayê dewam dike, heta niha 23 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyên sê ji wan kete destê şervanan.