Pêngava Reqayê: 23 çete hatin kuştin
Di şerê dinavbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li taxa Reqaya Berê de 17 çete hatin kuştin û 3 çeteyan ji xwe radestî şervanan kir. Di şerê li taxa Deriyê de jî 6 çete hatin kuştin.
Di şerê dinavbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li taxa Reqaya Berê de 17 çete hatin kuştin û 3 çeteyan ji xwe radestî şervanan kir. Di şerê li taxa Deriyê de jî 6 çete hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê li Reqayê didomin. Di encama şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li taxa Reqaya Berê 17 çete hatin kuştin, 3 çeteyan xwe radestî şervanên QSD'ê kir û 2 çete jî dîl ketin destê şervanan. Di şer de 4 şervanên QSD'ê birîndar bûn û li aliyê din wesayîtekî BMB û termalek ket destê şervanan.
Di encama şerê li Taxa Deriyê ya rojavayê bajêr de jî 6 çete hatin kuştin. Di şer de şervanekî QSD'ê jiyana xwe ji dest da û şervanek ji birîndar bû.