Pêngava Reqa: Taxa Kurdan hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê piştî şerê dijwar ên li taxên navenda bajarê Reqa taxa Kurdan rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê taxa Kurdan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij û rizgar kirin. li taxên Bedû, Sexanî û Çerxerêya Neîmê jî şer bi dijwarî dewam dikin.

Qonaxa dawî ya bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced a Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja ya duyemîn de bi hemû leza xwe didome. Şervanan di çarçoveya pêngavaê de taxên Endelus, Metar û Methene rizgar kirin.Taxa Endelus ku îro şervanan rizgar kirin taxa Endama Fermandariya QSD’ê Klara Reqa ye. Klara Reqa di heman demê de endama Fermandara Pêngava Xezeba Firatê ye.