Pêngava Reqa: Navenda Emîn Cînayî û Trafîkê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxa Nûr Navenda Emîn Cînayî (qerqol) û Trafîkê ji çeteyan paqij kir, di şer de 23 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê li taxa Nûr Navenda Emîn Cînayî (qerqol) û Trafîkê ji çeteyan paqij kir, di şer de 23 çete hatin kuştin.
Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 92′yan de didome. Li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê bajêr û taxa Nûr a dikeve navenda bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû da. Di encamê de navenda Emin Cînayî (qereqol) û navenda Trafîkê ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha di şer de 23 çete hatin kuştin.
Şerê li herêmê jî dewam dike.