Pêngava Reqa: Çerxerêya Neîm hate rizgarkirin
Piştî şerê dijwar ê li Çerxerêya Neîm a navenda bajarê Reqayê, hate rizgakririn. Di şer de 37 çete teslîm bûn û 11 çeteyên biyanî hatin kuştin.
Piştî şerê dijwar ê li Çerxerêya Neîm a navenda bajarê Reqayê, hate rizgakririn. Di şer de 37 çete teslîm bûn û 11 çeteyên biyanî hatin kuştin.
Qonaxa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku bi navê ″Şehîd Ednan Ebû Emced″ destpê kiribû, bi hemû leza xwe berdewam dike. Di şerê ji duh ve li Çerrxerêya Neîm berdewam dikir de, şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyan dan. Îro jî ji danê sibehê heta êvarê şer bênavber berdewam kir, di encamê de 9 çete hatin kuştin û 12 çeteyan xwe radestî şervanan kirin. Di saetên êvarê de jî şervanan çerxerêya Neîm ji çeteyan rizgar kirin.
Her wiha li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada Fotbolê jî şer bênavber berdewam dikin. Li nexweşxaneya Wetenî 15 û li stada Fotbolê jî 10 çeteyan xwe radest kirin. Li van deveran 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan êrîşî çeperên şervanan bikin, beriya ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û herdu çeteyên du hundirê wesayîtê de hatin kuştin.
Di encama van şerê dijwar de 3 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.
Li deverên ku şer lê rû didin de, 237 sivîlên din (ku piraniya wan jin û zarok) jî hatin rizgar kirin.