Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD)beriya niha bi çend kêliyan, Herêma Ewlekariya Siyasî ku ji 4 avahiyan pêk dihat ku çeteyan weke navendê bikar tanî ji çeteyan rizgar kir. Di encama şerê li wê herêmê de 9 çete hatin kuştin û wesayîteke bomebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin. Her wiha şervanan li vir dest danî ser gelek cebilxane û çekan. Li derdora Baxçeyê El-Bîstan a li taxa Hîşam Ebdulmelk şer didome.
Li aliyê din li taxa Reqa ya Kevin, şer li aliyê başur ê Mizgefta El-Etîq a dîrokî qewimî. Di şerê li vir de jî 8 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.
Her wiha sekvanên QSD`ê li taxa El-Rewda ya aliyê bakurê rojhilatê bajar, sê çete kuştin. Dîsa li heman taxê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin.
Pêşveçûn şervana a li Taxa Nezli Şehadê ya ku dikeve başûrê bajêr dewam dike, li vir 7 çete hatin kuştin.
Di şerê li taxa El-Berîd a dikeve bakurê rojavayê Reqayê qewimî de jî 3 çete hatin kuştin.