Pêngava Reqa: 16 çete hatin kuştin

Di şerê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên li derdorî dibistana Sadiq dewam dike de 16 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin.

Pêşveçûna şervanên QSD′ê li herçar aliyên bajarê Reqayê didome û xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ′ê têne şikandin. Şervan xwe gihandin derdorî dibistana Sadiq a dikeve navenda taxa Nezlit Şihadê ya dikeve başûrê bajêr.

Di şerê bi êrîşa çeteyan a li ser nûqteyên şervanên QSD’ê despêkirî de 12 çete hatin kuştin. Cenazeyê çetan tevî cebilxaneyê wan ketin destê şervanan. Her wiha 2 wesayîtên çeteyan ên doçika li ser barkirî jî hatin rûxandin.

2 sekvanên çeteyan ên li ser avahiyên bilind ên li taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajar jî hatin kuştin.

Li aliyê din li taxa Rewda jî 2 çete hatin kuştin.

Tîmên rakirina mayînan a QSD’ê li 3 taxên bajrê ji bo bêbandorkirina mayîna xebat didin meşandin ji bo sîvîlan korîdorekî bi ewle vekirin.

Di encama şerê ji duh şev ve heta seatên sibehê de, 5 şervan birîndar bûn.