Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya di Pêşengtiya DYA’yê de Riyan Dîllon, di daxuyaniya dayî de ragihand ku di encama operasyona QSD û artêşa Iraqê de 5 berpirsyarên bilind ên DAIŞ’ê bisaxî hatine girtine.
Hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin berpirsyarên Dêra Zorê ne, hate gotin ku 4 Iraqî û 1 jî Sûrî ye.
Dîllon destnîşan kir ku bi operasyoneke taybet a hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê berpirsyarên çeteyan hatine girtin.
Dîllon wiha got: “ Girtina wan tê wateya derbekî xurt li DAIŞ’ê hatiye dayîn û ev yek dide nîşanda ku koordînasyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di navbera Hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê de çiqas berfireh e.”
Pêngava Bagera Cizîrê 1’ê Gulanê destpê kiribû. Bi vê pêngavê hewl tê dayîn ku Rojhilatê Dêra Zorê û sînorê Iraqê bê paqijkirin. Şervanên QSD’ê ji 1’ê Gulanê ve 20 km bi pêş ve çûne.