Bagera Cizîrê: 4 gund hatin rizgarkirin, 11 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên Pêngava Bagera Cizîrê didomin. Şervanan îro jî 4 gund ji destê çeteyan rizgarkirin û 11 çete jî hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên Pêngava Bagera Cizîrê didomin. Şervanan îro jî 4 gund ji destê çeteyan rizgarkirin û 11 çete jî hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja xwe ya 57’an de ye bi hemû leza xwe didome û şervan pêşve diçin. Şervanan îro ji bo tola sivîlan rabikin ku duh çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li ser sivîlan de pêk anîbû, şervanan bi ser çend gundên di destê çeteyan de girt.
Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Di encama şer de 4 gund hatin rizgarkirin û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Navê gundên ku ji aliye şervanên Pengava Bagerê Cizîre ve hatine rizgarkirin wiha ne;
-Gundê El Haci ku dikeve 36 km başurê Rojavayê Dêra Zorê
-Gundê El Hejnah ku dikeve 37 km başurê rojhilate Dêra Zorê
-Gundê Taayeb El Faall ku dikeve 38 km başurê rojhilate Dêra Zorê
-Gundê Şekir ku dikeve 40 km başurê Rojavayê Dêra Zorê