Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Kobanê şermezar kirin

Şêniyên herêma Cizîrê û Dêrazorê, bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Kobanê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyek protestokirinê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Qamişlo li dar xistin. Çalakî bi dirûşmeya “Li hemberî kuştin û koçberkirinê, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re li ber xwe bidin” hate organîzekirin.

Di çalakiyê de Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişloyê, Dilşa Şawîş axivî û diyar kir ku tevî hevpeymanên rawestandina şer ji aliyê hêzên garantor ve jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane pêk tîne. Şawîş da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina sivîlan dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.

Şawîş destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirkir niha di bin çavdêriya hêzên cîhanî de, bi balafirên xwe yê bêmirov sivîlan hedef digire û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û wiha dewam kir: “Em wek pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van sûcan em ê asta tekoşîna xwe bilind bikin. Em bang li civaka navdewletî û dewletên garantor dikin ku li pêş van kiryarên dewleta Tirk ên li dijî hemberî gelên herêmê rawestin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Kujer Erdogan” bi dawî bû.

Îro saziyên Malbatên Şehîdan ên kantona Hesekê li bajarê Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, kampa koçberan a Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyan û herî dawî li dijî bajarê Kobanê ku di encama wê de 2 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, da.

Di daxuyaniyan de êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane ên dewleta Tirk li ser herêmên ewle û hedefgirtina bêserûber a sivîlên gundewarên Til Temir û Zirgan û bombebarana ku duh li bajarê Kobanê hate kirin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesên di bombebaranê de têne hedefgirtin sivîlin, amûra hovîtiyê tu cûdahiyê naxe navbera jin, zarok, sivîl û leşkerî.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û nivîsgehên wî yên hiqûqî hate kirin ku zextê li Enqere ya faşîst bike û wê neçar bike da ku sûcên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de teqezî li ser bilindkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan kir.

Meclîsên malbatên şehîdan teqez kir ku îradeya gelan dê li hember amûra kuştin û hilweşandinê biser bikeve.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jina Ciwan li navenda ciwanan a li bajarê El Sewa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Suha El Seîd ve hate xwendin û hate destnîşan kirin êrîş dewleta Tirk ji ber binketina dewleta Tirk di pêkanîna projeyên xwe di herêmê de ye.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez têkeve tevgerê û binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmê rawestîne, her wiha piştrast kir ku ewê li hember êrîşên dagirkeran, rawestin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî partiyên Yekitiya Niştîmanî daxuyaniyekê têkildarî mijarê dan. Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîreya El Welda (El Nasir) ê kantona Qamişlo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku piştî binketina DAIŞ`ê, dewleta Tirk dixwaze wan jinûve li herêmê vejîne û vê yekê jî bi rêya bombebarankirina sivîlan pêk tîne.

Partiyan di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk hewl da komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk bîne, tevlîheviyê li navbera gelên herêmê de derxîne.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji dagirkirina hin herêmên Sûriyê û dane zanîn ku armanca dewleta Tirk guhertina demografî û bicihkirina çeteyan li şûna niştecihên resen e.

Her wiha hate piştrastkirin ku di dema ku yek ji serçeteyên DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve hate girtin, dewleta Tirk êrîşî Zirganê dike û ev yek lîstok û komployên dewleta Tirk ku hemû gelên herêmê dike hedef, eşkere dike.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî di dawiyê de bang li dewletên garanetor ên li herêmê û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dayne.

TIRBESPIYÊ

Di heman çarçoveyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê daxuyanî li navçeya Tirbespiyê da.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser maleke li rojhilatê bajarê Kobanê şermezar kir. Daxuyanî li ber navenda navçeyê ji aliyê endamê meclîsê Ebdulwehab Xalid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku malbatên şehîdan ên hemû pêkhateyan van êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên herêmê têk bibe, şermezar kirin.               

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku malbatên şehîdan di parastina destkeftiyên şehîdên xwe û parastina yekitiya axa Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk israr in.

DÊRÎK

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandan ji Qada Azadî dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê geriyan. Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a li ser Kobanê, berz kirin.

Li Qada Şehîdan Hevserokê Meclîsa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û got: "Em êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Ev êrîş berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya bi armanca tunekirina gelan e û ferzkirina hegomoniya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

TIL BIRAK

Meclîsa navçeya Til Birakê jî, li pêşiya eywana şehîdan a navenda navçeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Zirganê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêveberekî meclisê Wenas El-Ebdullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên Tirkiyê hate şermezarkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku cîhan û hêzên garantor di êrîş û sûcên Tirkiyê de ku armanca têkbirina aramiya herêmê, hevkar in.

GIRKÊ LEGÊ          

Di heman çarçoveyê de bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser li navçeya Girkê Legê û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina topbarana dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlanê kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî ve hate xwendin û tê de êrîşên dewleta Tirk ên hovane yên li ser Zirgan, Til Temir û Kobanê hate şermezarkirin. 

DIRBÊSIYÊ     

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê jî daketin qadan û êrîşên vê dawiyê yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir û pankartên "Em hemû pêkhate li hember kuştin û koçberkirinê li ber xwe didin", "Kuştina Zarok û Jinan rawestînin" hatin hildan.

Di xwepêşandanê de gel bê navber dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa me re, Bijî Berxwedana Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê" beriz kirin.

Li Qada Şehîdan, li ser navê pêkhateyên navçeyê Fatima Keleş êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Em piştgiriyê didin berxwedana gelê Til Temir û navçeya Zirganê."