Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kiribû ku 29'ê Îlona 2021'ê li Xelîfanê di kemîna PDK'ê de 5 gerîla şehîd bûne. Hêzên PDK'ê berpirsyariya êrişê li xwe negirtibû û cenaze winda kiribûn.
Li ser vê yekê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîla yên şehîd bûn, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dest bi çalakiyê kiribû. Çalakiya ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî tevlî dibin, ji saziyên li herêmê piştgiriyê werdigire.
Dayikên Aştiyê yên Rojavayî ku timî li qada çalakiyê ne û daxwaza radestkirina cenazeyan dikin, di rojên 7'emîn, 16'emîn û 61'emîn de xwestin ku nameyê bidin rayedarên Deriyê Sînor ê Fişxabûrê. Bi gotina 'kes nîne, li destûrê ne' timî bersivên bi vî rengî ji dayikan re hate dayin.
Dayikên Aştiyê Şemsîxan Gulo û Sûad Mistefa ku 4'ê Kanûna 2021'ê xwestin nameyê bidin, ji ANF'ê re axivîn.
PÊŞMERGE MIJÛL DIKE
Dayika Aştiyê Şemsîxan Gulo got, "Bi navê Dayikên Aştiyê me xwest ku nameyê bidin rayedarên PDK'ê. Lê belê heta niha bersivek nedan me. Li devereke din a cîhanê dema ku yek şehîd bikeve cenaze radestî malbatê tê kirin. Malbatên wan jî heye. Çima cenazeyan nadin? Ji me re dibêjin ku cenaze ne li Başûr e. Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Eger dikarin ispat bikin ku cenaze ne li wir e bila ispat bikin. Em dikarin ispat bikin ku cenaze li Başûr e."
Şemsîxan Gulo destnîşan kir ku Kurdistan yek e, bal kişand ser biratiya Kurdan û helwesta pêşmergeyan a li hemberî wan bi van gotinan rexne kir: "Kurdistan yek parçe ye û Kurd xwişk û bira ne. Hêviya gelê Kurd ji Başûr heye, lê belê wan ev yek parçe kirine. Komkujiyan dikin. Bûyerên bi vî rengî gelê Kurd diêşîne. Bila daxwazên Dayikên Aştiyê bi cih bêne anîn. Dema ku em diçin gel wan, pêşmerge xwe bi telefonê mijûl dikin. Heta ku dema wan a kar diqede bi vî rengî tevdigerin. Piştre jî dibêjin ku dema kar qediya ye."
Şemsîxan Gulo bang li xelkê Başûr kir ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne û got, "Me bang li xwişk û birayên xwe kir. Bila cenazeyên şehîdan bidin malbatan. Bila malbat cenazeyên xwe veşêrin ku dilê wan rehet bibe. Bes e bi dijmin re bibin yek. Dijmin êrişî Kurdan hemûyan dike. Bombeyan li malan dibarîne. Divê xelkê Başûr rabe ser piyan. Li hemberî van komkujiyên ku li gelê Kurd tênekirin dengê xwe bilind bike. Çanda me ya berxwedanê ku bi berxwedana zindanê dest pê kir bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan dewam dike."
DAYIKA HEVRÎN XELEF: EM TENÊ CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN
Dayika Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî anî ziman ku ew dixwazin ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan bi rayedaran re hevdîtinê bikin û bi vî rengî nerazîbûn nîşanî xemsariya hikumeta Başûr û rayedaran da: "Em ji bo gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûn li vê derê ne. 3 car in em ji sînor derbas dibin û daxwaza cenazeyên xwe dikin. Bila cenazeyên şehîdên me bidin ku em veşêrin. Lê belê bersivê nadin.
Zêdeyî du meh in em çalakiyê li vir dikin. Gel li ser piyan e, dayik li çalakiyê ne. Em hemû dayikên şehîdan e. Dayik hemû wê ji bo vê xakê her roj li ser piyan bin. Em tenê dixwazin ku rayedar cenazeyên zarokên me bidin. Dayik li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê ne, heta niha kesî guh neda daxwazên me û bersiv nedan."