PDK nahêle alîkariya ji bo erdhejê bigihêje Rojavayê Kurdistanê
Heyva Sor a Kurd diyar kir ku PDK rê nade karwanên alîkariya mirovî ên ji bo mexdurên erdhejê di deriyê Pêşxabur re derbasî Rojavayê Kurdistanê bêne kirin.
Heyva Sor a Kurd diyar kir ku PDK rê nade karwanên alîkariya mirovî ên ji bo mexdurên erdhejê di deriyê Pêşxabur re derbasî Rojavayê Kurdistanê bêne kirin.
Heyva Sor a Kurd doh (22'ê Sibatê) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li deriyê Pêşxabûrê (di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li aliyê Başûr) destûr nayê dayin ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî bikevin herêmê û bigihêjin herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çêbûye.
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye;
"Ji ber erdheja 6'ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.
Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî duh (21`ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”
Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.
Divê aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.”