PDK’iyê berê: Em helwesta PDK’ê qebûl nakin

Karmûran Abdulazîz Hacî yê ku ji malbata wî hem di nava pêşmerge û hem jî gerîla de şehîd bûne got: “Helîkopterên Tirk çû Garê bombe kir.Bi hêrs û aciz im. Vê qebûl nakim.”

Kamûran Abdulazîz Hacî Muhemmd tevahî jiyana xwe ji bo Kurdayetiyê xebat kir. Hacî Muhammed ê ku bav, ap, bi xwe di anvbera salên 1960-1970’ê PDK’î bûn, ji malbata wî ku yek pêşmerge bû di serhildana 1961’an de şehîd bûbû. Bi qasî welatparêziya malbatê Dêrikiyan li Rojava çîrokên lehengiya zarokên xwe yên yekem tevlî PKK’ê bûne jî vedibêjin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrik a Rojava em ji Dêrikiyan guh didin serpêhatiya apê Abdulazîz Hacî Muhmemed, Ahmed Huseyîn Hacî. Ehmed Huseyîn Hacî ji sala 1957’an û vir ve PDK’î ye. Piştî sala 1961’an û şûnde bi pêşengtiya Mele Mustefa Barzanî serhildana Kurdan pêk hat, li Rojava bi hemû hêza xwe ve ji bo vê serhildanê kar dike. Di wê pêvajoyê û piştî pêvajoya 1975’an a Aş Betal e, mala xwe ji Pêşmergeyên PDK’ê re vedike.

Rêya Ahmed Huseyîn Hacî ya ji PDK’ê, sala 1985’an piştî nîqaşa Mesûd Barzanî ya li ser mijara PKK’ê ji hev qût bûye. Dêrikî, Hecî Huseyîn û malbata wî wê pêvajoyê dil didin PKK’ê. Kurê wî Zinar sala 1986’an tevlî PKK’ê dibe. Di sala 1989’an ku hemû Dêrikiyan bibandor dike, di şerê ‘Ava Mezin’ de şehîd dibe. Piştî ku me guh da Dêrikiyan û şûnde me xwe gihand xwarziyê Hecî Huseyîn, Kamûran Abdulazîz Hacî Muhemmed. Kamûran Abdulazîz Hacî Muhemmed diyar kir ku berî niha ew jî PDK’î bû, piştî ku PKK nas kir û şûnde ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd dest bi kar kir.

‘LI MALA MIN TIM PÊŞMERGE TIJE BÛN’

Kamûran Abdulazîz Hacî Muhemmed ê li gundê Girasor a li Dêrik a li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê, bav û apê wî di wê pêvajoyê de PDK’î ne, di nava Partiya Demokrat a Kurdisan a Srûiyeyê de cih digirin. Dema ku sala 1961’ê li Başûr serhildan pêk tê, hemû malbat ji bo PDK’ê dibe alîkar. Hecî Muhammed li ser wê pêvajoyê wiha dibêje; “Dema partî li vir hate avakirin, bavê min yek ji wan kesên yekem bû ku cih têde girt. Bavê min li gel Osman Sebrî ji aliyê rejîmê ve hate girtin û avêtin girtîgehê. Dem em zarok Girasor mîna cihê pêşmergeyan bû. Dihatin Girasor xwe amade dikirin, şev jî diçûn Iraqê li dijî wê şer dikirin. Çend caran li radyoya Iraqê behsa vê rewşê dikirin. Ji ber vê sedemê dewleta Sûriye zextê li gelê Girasoê dikir.

Dema 11’ê Adara 1970’ê di anvbera Iraq û rehmeta xudê lê be Barzanî de pêk hat, ez di refa 7’an de bûm. Dema 6’ê Adara 1975’an di navbera Îran û Iraqê de Peymana Cezayirê pêk hat, piraniya gelê me yê Başûr koçber bûn. Gelek berê xwe dan Roajva, gelê Rojava xelkê Başûr kirin mêhvanên mala xwe. Gelek alîkarî kirin. Rejîma Sûriye digot; ‘Hûn alîkarî didin koçberên Iraqî û PDK’ê’ gelek kes girtin. Bavê min jî yek ji girtiyan bû.”

ŞEHÎDÊN WAN ÊN PÊŞMERGE HENE

Hecî Mihemed qala xebatên ji bo PDK’ê yên nava salên 1960-1970’ê kir û got: “Gelek helbestên bavê min ên li ser şoreşa Barzanî ya heta 1975’an nivîsandine. Lê dema PDK’ê Aş Betal kir, bavê min gelek aciz bû. Wê demê hê jî derdorî 80 hezar pêşmerge hebûn, dihate gotin. Bavê min digiriya. Di helbesteke xwe de digot; ‘Dema dengê top û tifingan dihate guhê me serê me bilind bû. Dîsa dengê top û tifinên şoreşê bêdeng bû. Serê me kete bin axê.’ Bi malbatî ve wiha girêdayî bûn. Dema ku şoreş qediya û şûnde bavê min li hember gotinên ku pêşmerge derbasî aliyên me bûne, aciz dibû. Me di nava şoreşa Başûrê Kurdistanê de şehîd da. Ji gundê me pismamê min ê bi navê Abdullah tevlî pêşmergeyan bû û şehîd ket.

‘ÎRO JÎ EM DIL DAYE PKK’Ê’

Hacî Muhammed anî ziman ku ji bo gelê Kurd gelek alîkarî daye tevgera Barzanî, îro jî dil dane PKK’ê û dîsa ji bo gelê Kurd xebatên xwe yên ji bo PKK’ê didomînin û wiha pêde çû: “Di navbera salên 1981-1982’an min PKK nas kir. Wê demê zêdetir girêdayî Barzaniyan bûm. PKK’î dihatin malên me. Ji bo wan digotin ‘xwendekar-telebe’ Me hez ji wan kiribû. Birayê min Dr. Kendal, pismamê min Zinar, li Zanîngeha Helebê heval naskiribûn. sala 1986’an tevlî bûbûn. Rêbertî dîtibûn. A rast berî 1986’an nas kiribûn, lê jiber em hê PDK’î bûn ev yek ji bo me negotibûn. Ew li Helebê heval naskiribûn, li vir jî bi hatin û çûyîna hevalan me hêdî hêdî ew nas kirin, bawer kir û tevlî bûn.

 DI NAVA RÊZÊN PKK’Ê DE ŞEHÎD KETIN

Zinar sala 1989’an li ser sînorê Dêrikê şehîd ke. Birayê min Dr. Kendal jî sala 1991’ê li Garzan û xwişka min jî sala 1991’ê li Çelê şehîd ket. Em jî li ser şopên wan dimeşin.

‘ME OLA XWE JÎ BI PKK’Ê NAS KIR’

Piştî ku Mazlûm Dogan li Zindana Amedê çalakî kir û şûnde, me nû berxwedan, welatparêzî û parastina netewî fam kir. Ruhek nû pêş ket. Me gelek tişt ji şoreşa PKK’ê fêr bûn. Heta me ola xwe bi PKK’ê fam kir. ME mirovatî û kesayetiya xwe ji PKK’ê fêm kir. Dîsa kesayetiya Kurd çiye, çawa dibe Kurd, çawa li ber xwe dide, dijî hemû fêr bûn.

Dema Rêbertî li Sûriyeyê bû min du carî ew dît. Rêbertî digot; ‘Em 10 qereqolan jî hilweşînin, bixin destê xwe jî, heta em qereqola di hişê xwe de nehilweşînin, heta hişmeniya xwe azad nekin, em ê nikarin welat azad bikin.’ Em gelê Rojava pir bi şans in, Rêbertî li vir kar kir, em çûn me ew dît.”

‘PDK ÇIMA DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZAR NAKE?’

Kamûran Abdulazîz Hacî Muhammed rexne li PDK’ê kir ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd li gel dewleta Tirk cihdigre, kir û got: “Em gelek bi hêrs û aciz in. Helîkopterên Tirk ji herêmên Başûrê Kurdistanê radibin û li Garê didin. Ew dijmin, wê bike, lê bi hevkariya PDK’ê ji Başûrê Kurdistanê rabin û li PKK’ê bidin, cuda ye. Hêvîdarim ku PDK ji vê helwesta xwe vegere. Li gorî gotinên nivîskarên wan li Başûr 31 navendên Tirkiye hene. Gelê hikûmeta Başûrê Kurdistanê rojekê rabûye ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bike? Na, ev ji bo me pirsgirêkeke. Çima şoreşa Rojava kete vê rewşê. Em qebûl nakin. Em çepik ji hêzekê re lênadin ku li dijî birayê xwe alîkarî bide dijmin.”