Siyasetmedar Muharrem Aral di sala 1982’yan de yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan nas kir; Aral çalakiyên çandî û hunerî yên Kaytan, têkiliya wî bi helbest û madiyatê re; Riza Altûn rola ku li dijî tasfiyekariya salên 2003-2004’an a li hemberî Tevgera Azadiya Kurd hat pêşxistin, lîst şahidî û bîranînên xwe bi ajansa me re parve kir.
Kongreya 12’emîn a PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat kirin. Di heman demê de nîv sedsalek ezmûna têkoşîna şoreşgerî heye. We di vê têkoşînê de cih û bîranînên hevpar bi şoreşgerên mezin ên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn re parve kirin. Der barê vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?
Pêşî, ez di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de hevalê Alî Haydar Kaytan û hevalê Riza bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez li ber wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
Bi rastî jî vegotina çîrokên jiyana hevalan pir zehmet e. Lê jiyana wan pir watedar e. Di vî warî de zanîn û têgihîştina çîrokên jiyana hevalan girîng e.
Mînak, hevalê Alî Haydar Kaytan hevalekî ku di zarokatiya xwe de bi guhdarîkirina Komkujiya Dersimê mezin bûye. Yanî ew hevalekî ku êşa Komkujiya Dersimê ji kûrahiya dilê xwe hîs kir.
Di heman demê de heval Riza jî sirgûnî jiya. Ew ji Kurdistanê çûn Kayseriyê û bi malbatî li wir bi cih bûn. Paşê, li Tuzluçayir a Enqereyê bi cih bûn. Heval Riza ji zarokatî ve çalakvan û rêxistinvan bû. Yanî ew xwedî kesayetiyek şoreşger bû.
Naskirina Rêbertiyê hişt ku ev hevslana berê xwe bidin jiyaneke rastîn û watedar. Gotina Rêbertiyê; "Kurdistan mêtingeh e" mîna birûskê bandor li ser hişê van hevalan kir.
Yanî ev hevalên me hêdî hêdî rastiya xwe fam dikin; ew ê azadiya rastîn, jiyana rastîn û jiyaneke bi rûmet li ku û çawa bijîn bi wan re çêdibe. Têgihîştina îdeolojîk, siyasî û felsefî ya ku bi taybetî ji hêla Rêbertiyê ve hat pêşxistin, hêdî hêdî di van hevalan de kûr bûye.
Ji bo têgihîştin, famkirin û helwestgirtineke li gorî wê, ew çi dikin? Ew dest bi rêxistinbûn û tevgerîna bi Rêbertiyê re kirin. Di heman demê de, ev her du hevrêyên me di damezrandina partiyê de rol lîstin. Heta şehadetê girêdayî xeta Rêbertî bûn û li dijî her cure tasfiyekariyê yan nêzîkatiya dij-partî xwedî helwest bûn. Ew di vî warî de pir girîng e.
Hevalê Alî Haydar Kaytan, bi rastî… ma ez çawa vebêjim… Taybetmendiyeke wî ya dostane, mirovî û nirx dida mirovan hebû. Hevalê Alî Haydar hewce dike ku ji gelek aliyan ve were famkirin û were têgihîştin. Heman rewş ji bo hevalê Riza jî derbasdar e.
Dixwazim çend mînakan bidim: Heval Alî Haydar xwedî taybetmendiyek bû ku paradîgmaya ku Rêbertî pêşxistiye di aliyên wê yên îdeolojîk, siyasî, leşkerî û siyasî de bi kûrahî fêm dikir û têdigîhşt.
Min Alî Haydar Kaytan hem li qada gerîla dît û hem jî min hewl da ku li Ewropayê nas bikim. Nêzîkatiya wî ya ji bo mirovan pir hêja bû. Ew hevalekî ku bandor li mirovên pê re diaxivî dikir û heta bandora wî ya guhertinê jî hebû.
Bi şêwaz, nêzîkatî û baweriya ku dida, mirov dikaribû zû heval Alî Haydar nas bike. Mirov didît û fêm dikir ku ew endamekî rastîn ê partiyê ye û xwedî aliyekî rêxistinker û şervan e.
We cara yekem li kuderê hev dît?
Me cara yekem di sala 1982’yan de li Ewropayê hev nas kir. Ew ji bo beşdarî xebatan bibe hatibû Ewropayê. Ew demekê çû Swêdê û li wir ma. Paşê car caran vedigeriya Elmanyayê.
Bîranînek min bi heval Alî Haydar re heye: Li Kolnê komeleyeke me hebû û ez li komeleyê mam. Serê sibê zû telefon lê da. Min bersiva telefonê da. Dengê li aliyê din got, ‘Bila serê we sax be heval Mazlûm Dogan şehîd bû. Vê ji hevalên xwe re bêje.'
Dengê wî pir xemgîn bû. Her wiha dihat gotin ku hevalê Mazlum Dogan berê ji çavên xwe êş dikişand û heta xetereya korbûnê hebû. Hevalê me şehadeta heval Mazlûm Dogan bi vî rengî ji me re ragihandin.
Dibe ku dawiya sala 1986’an an jî destpêka sala 1987’an be, hevalê Alî Haydar bi komek hevalan re vegeriyan Ewropayê. Me li Hannoverê şevek mezin çêkir; em li wir rastî hev hatin. Me hinekî sohbet kir. Paşê, me car caran hev dît. Ew dîsa vegeriyan Swêdê.
Di sala 1988’an de doza PKK’ê ya Düsseldorfê hebû. Ew di nav hevalên ku di wê dozê de hatibûn girtin de bû. Ew bi hevalê Abbas û zêdetirî bîst hevalên xwe re hat girtin.
Di wê demê li qada Ewropayê komplo û tasfiyekarî pêş ketibû. Huseyîn Yildirim û hinên din pêşengiya vê yekê dikirin. Lê berxwedana ku Alî Haydar Kaytan û hevalên din ên ku di doza Dusseldorfê de dîlgirtî bûn nîşan dan, helwesta parastina partî û Rêbertiyê bû, moralek xurt da tevahiya hevalan û hişt ku tasfiyekariya li qada Ewropayê were şikandin.
Di Doza Dusseldorfê de te qet bi Alî Haydar Kaytan re hevdîtin kir? Diyalogên we çawa bûn?
Car caran derfeta min çêbû ku ez tevlî danişînên Doza Dusseldorfê bibim. Cara yekem ku ez çûm, heval min dît. Wê demê, em xebatkarê HUNERKOM’ê bûn; yanî em li ser xebatên çandî û hunerî dixebitîn. Dizanîbû bê em çi xebatê dimeşînin. Dema min dît, destê xwe bilind kir. Wê demê nasnavê min Serhad bû. Bi dengekî bilind got, "Heval Serhad, heval Serhad! Jiyana me bikin şano." Negot "jiyana min", got, "jiyana me bikin şano." Bangek wî ya wisa hebû.
Têkiliyên Alî Haydar Kaytan bi hevalên xwe re çawa bûn? Te li cihên cuda bi wî re dem derbas kir. Tu dikarî çavdêriyên xwe bi me re parve bikî?
Ez dikarim vê bibêjim: Di sala 1999’an de, li herêma Xinêrê gitêdayî qada bîrdozî Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan hat vekirin. Şano, folklor, muzîk û çalakiyên hunerî û çandî yên bi heman rengî li dibistanê dihatin meşandin. Alî Haydar Kaytan jî li wê qadê bû. Ji ber vê yekê em pir caran hev didît û diaxivîn. Dema ku du an sê heval bi hev re didît, gazî wan dikir û nirxandinan dikir. Der barê pêvajo û têkoşînê de nirxandinên wî yên piralî û berfireh hebûn.
Der barê pêşketina çand û jiyana partiyê de gelek mînak dan. Bi taybetî girîngiya qada çand û hunerê bi kûrahî fam kiribû û gelek caran girîngiya çalakiyên di vî warî de rave dikir. Ji me re digot ku huner çi bandorê li ser guhertin, veguherîn û afirandina zihniyetek nû di civakê de û afirandina çandek rêxistinî dike.
Carinan takekesî û carinan bi komî ji hevalan re qala çand û hunerê dikir û bi wan re sohbet dikir. Li ser girîngiya hunerê nirxandin dikir. Heta di dibistana çand û hunerê de lîstikên şanoyê dihatin nivîsandin û pêşkêşkirin. Hevalên ku bi xwe dinivîsandin û pêşkêş dikirin hebûn. Mînak hevalê bi navê Hêvî Şanoger hebû; ew hem nivîskarek xurt û hem jî lîstikvanek jêhatî bû. Her wiha hevalê bi navê Yekta Herekol hebû. Hevalên me yên din jî hebûn.
Dema ku wî lîstikên van hevalên me didît, yekser nirxandinan dikir: 'Ev heval xwediyê vê behreyê ye, divê xwe hîn bêtir pêş bixe' û hwd. Hem vê yekê ji wan re digot û hem jî di sohbetên xwe de anî ziman. Bi rastî jî wî pir qîmet dida vê yekê. Eger ez ne şaş bim, heval Hêvî Şanoger di sala 2003’yan de ji bo mihrîcanê çû qada Başûr, Kerkûkê. Lê di rê de qezaya trafîkê derbas kir û şehîd bû. Heval Yekta ji bo organîzekirina çalakiyên çandî û hunerî şandin Sûriyeyê. Wî demekê bi baldarî û bi veşartî karê xwe li wir kir. Li hemberî zilm û zordariya li ser Rêbertiyê pêş ket, di 27’ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de li Sûriyeyê agir berda bedena xwe û şehîd bû.
Hevalê Alî Haydar Kaytan hem bi van hevalan re û hem jî bi hevalên din re sohbet dikir. Wî hewl dida hêz bide hevalan û ji wan hêz digirt. Vegotinên wî pir bi qîmet bûn. Ew hevalekî ku nêzîkatiya Rêbertiyê ya li ser çand û hunerê bi kûrahî fêm dikir û dahurand.
Di vê nuqteyê de wî bi zelalî ramanên xwe li ser pêşxistina çalakiyên ku di dibistana çand û hunerê de dihatin meşandin diyar dikir. Tiştên ku divê bihata kirin rave dikir û rê nîşan dida. Ev yek hêz da me hemûyan. Ruhê wî yê hunerî pir pêşketî bû. Ew ji rola çand û huner wê di guhertin û veguherîna mirovahiyê de bilîze haydar bû. Nêzîkatiya wî ya ji bo çand û hunerê pir erênî, watedar û mirov dersê jê derxe bû.
Alî Haydar Kaytan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de wekî helbestvanekî navdar dihat naskirin. Gelo bîranînên te yên li ser nêzîkatiya wî ya helbestê hene ku tu dixwazî bi me re parve bikî?
Wî helbestan dinivîsand; carinan wî bi xwe dixwend, carinan jî hevalan dixwendin. Piştî kongreya ku di salên 2000’an de hat lidarxistin, bawerim kongreya heftemîn bû û şevek moralê hat lidarxistin.
Ez li wir bûm, li gel hevaleke gerîla ya jin me pêşkêşvanî dikir. Beriya ku bername dest pê bike min heval Alî Haydar dît. Ger ez ne xelet bim, helbesta bi navê 'Kurdistan' bû. Peyvek di helbestê de hebû. Min ji hevalê Fûat pêşniyar kir; ‘Em vê peyvê bi vê biguherînin, ew ê watedartir be'. Heval bêyî dudilî bibe û got 'Tu dikarî'. Min ew helbest di kongreyê de xwend. Hevalên me jî bi baldarî guhdarî dikirin. Di vî warî de, ew hevalekî pir têgihîştî bû.
Di wê kongreyê de hevalên me yên hunermend jî hebûn. Hevalê Hozan Serhad ê ku strana 'Hewlêr' çêkir jî li wir bû. Wî strana Hewlêr got, dilê me êşand. Ez di dema komkujiya Hewlerê de li wir bûm; min ew pêvajo jiya. Ji ber vê yekê xwendina wê stranê di kongreyê de pir bandor li me hemûyan kir.
Her wiha tîmên muzîkê, folklor û pêşandanên bi vî rengî hebûn. Axaftin hatin kirin. Min li wir hevalê Alî Haydar Kaytan dît, ew hevalekî me yê pir têgihîştî bû.
Bîranînek din jî ev e: Demekê li Mexmûrê beşdarî çalakiyên çand û hunerî bûm. Me li wir şano, folklor, muzîk û çalakiyên bi vî rengî jî dikir. Car caran ez diçûm çiya, Qendîl û deverên din. Cilên ku min li xwe dikirin sivîl bûn, lê hinekî kevn bûn.
Dema heval Alî Haydar min di wê rewşê de dît, li hevalên min hêrs bû. Got, 'Ma cil û bergek din tine tu bidî hevalê xwe?' Nêzîkatiyek wî ya wekî 'Tavilê cil û bergek nû û paqij ji bo hevalê xwe bibîne û bide wî' hebû. Ev nêzîkatî pir bandor li min kir. Ev pirs dibe ku hinekî dûrî aqil be, lê dîsa jî mirov meraq dike.
Têkiliya kesekî mîna Alî Haydar Kaytan bi tiştên madî re çawa bû? Li Ewropayê, mirov dibêjin 'Ez xaniyek dixwazim, ez otomobîlek dixwazim' an xeyalê kirîna tiştan heye. Gelo we qet tiştekî wisa li ser Alî Haydar Kaytan dîtiye?
Dema ku em li Dusseldorfê bûn, çalakiyên me yên çandî û hunerî hebûn; cihek me hebû. Dema ku heval Alî Haydar Kaytan hat, komek hevalan gotin, 'Fûat, em ji te re cilan bikirin; jaketek, pantolonek û hwd.' Heval pir pêwîst nedît. Lê wan pir israr kir. Ozan Serdar jî li wir bû, wî jî israr kir. Hin hevalên din jî piştgirî danê. Min zêde dengê xwe dernexist. Welhasil em bi çend hevalan re çûn û serdana du-sê dikanan kirin. Hevalên me pêşniyarên wekî, "Heval Fûat, li vê jaketê binêre, li te dike. Ev pantolon pir xweş li te dike." Heval Alî Haydar guh nedida. Tiştek nekirî, ne jaketek, ne jî pantolonek. Qebûl nekir.
Çima?
Li wir min ev dît, ango ez gihîştim wê encamê ku nirxên rêxistinê divê belasebeb neyên xerckirin. Yanî min helwesta qîma xwe tiştên heyî dikin li wir fêm kir. Ger kesek ji cilên xwe, ev û ew hez bikira û hewl bidaya ku tiştê ku dixwest bi dest bixe, ev ê li dijî ruhê jiyana rêxistinî bûya. Min derfet dît ku ez vê fam bikim û di heman demê de dersekê jê derxim. Û min rêz nîşanî helwesta hevalê da. Ez dikarim vê yekê bibêjim.
Li ser heval Riza Altûn dixwazî çi bibêjî?
Salên 2003-2004’am ji bo têkoşîna me û dîroka partiya me yek ji pêvajoyên komployê yên herî xeternak bû. Ew pêvajoyek provokasyon û tasfiyeyê bû. Pûçkirina vê tasfiyeyê pir girîng bû. Tasfiyekar bi gelemperî serî li taktîkên piralî da. Ew daxuyanî û nirxandinên veşartî didan ku wê bibin sedema tasfiyeya gerîla û heta tasfiyeya partiyê jî. Bi rastî digotin ku di nav partiyê de ew Rêbertiyê temsîl dikin. Ew pêvajoyek komployê bû ku ji bo tasfiyekirina xeta Rêbertî û têkoşîna me dihat kirin.
Heta rewşek wisa jî hebû: Bo nimûne, ji wan re digotin ‘Osmanî’, 'Botanî’ an jî pênaseyên bi vî rengî dihatin bikaranîn. Van kesan lîstikên du alî, piralî û qirêj dilîstin da ku hevalam bikişînin aliyê xwe. Her wiha li ser heval Riza hin lîstikan li dar dixistin. Hin ji wan digotin, 'Riza bi me re ye. Ew li Ewropayê dixebite; qada Ewropayê ji bo têkoşînê pir girîng e.'
Di şexsê heval Riza de hewl didan çi bikin? Îdia dikirin ku qaşo wan Ewropa xistiye bin kontrola xwe û ew a wan e. Bi heman awayî, ew di koma Mexmûrê û di xebata girseyî de jî propaganda dikirin. Wan dixwest ku hawîrdorek kaosê biafirînin. Ev mantiqê tasfiyekaran bû. Di pêşxistina vê mantiq û hewldanê de serî li lîstikên pir qirêj didan.
Lê belê girêdana heval Riza ji bo partî, ji bo Rêbertiyê hemû lîstikên wan pûç kir. Yanî wî nîşan da ku ew bi wan re tevnagere; ew gi5êdayî xeta partî, xeta Rêbertiyê ye û di heman demê de lîstikên vê koma tasfiyekar pûç kir. Ez dikarim vê bibêjim. di vî warî de, helwest û tevgera heval Riza pir girîng bû.
Ez wê demê de li Mexmûrê bûm. Car caran ez diçûm gundan, Qendîlê û deverên din. Heval Cûma bi heval Riza re gelek caran di nava diyalogê de bû. Heta rewş û pozîsyona heval Riza ji me re vedigot. Di vî warî de, em jî ji wî hêz digirtin.
Di tesfiyekirina tasfiyegeriyê de rola hevalê Riza; helwesta kadroyê ku girêdayî têkoşînê, xeta Rêbertî û partiyê bû. Yanî helwesta hevalên têkoşer, roleke diyarker lîst.
Di dawiyê de, hûn dixwazin li ser herdu hevalan çi bibêjin?
Her du heval jî hevalên me ne ku ligel Rêbertiyê, di dîroka partiyê û heta roja îro ji bo bidestxistina nirxên watedar rol lîstin. Ew heval û hevrêyên me bûn ku bi ked, hewldan, mejî, dil û her tiştê xwe tevlî têkoşînê kirin; yên ku di civakê de dihatin hezkirin, rêzgirtin û qîmet didan wan.
Xwedîderketina bîranînên van hevalan xwedîderketina Rêbertiyê ye. Xwedîderketina nirxên ku bi têkoşîna me hatine afirandin e. Û divê em hewlek mezin bidin da ku vê rewşê veguherînin rewşek sûdmendtir.
Ez dikarim vê bibêjim: Jiyana watedar a hevalê Fûat, jiyana watedar a hevalê Riza pêvajoyek e ku bersiva pirsên "Divê em ji bo çi bijîn? Divê em çawa bijîn? Divê em ji ku dest pê bikin?" dihewîne û ji bo vê dozê hewldanek mezin dixwaze. Di vê çarçoveyê de bi xurtî xwedî li vsn hevalan were derketin, armancên wan pêk bînin. Ev yek erka tevahiya gelê Kurdistanê û gerîlayên me yên berxwedêr ên ku her toştên xwe diyarî vê rêyê kirine.
Ez dikarim vê bibêjim: Jiyana van hevalan bandor li jiyana min jî kir. Bi şêwaza jiyanê û têgihîştina têkoşînê ya ku wan di guhertin, veguherîn û amadekirina min de; bandoreke mezin di girêdana xetê de çêkir.
Careke din, ez van hevalan û hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.