Paytexta tirs û şermê Reqa êdî azad e – III-
Reqa êdî azad e, lê dora wê ye ku mirov Reqaya ku bi azadî û bi hêvî li siberojê dinere hem ji hêla rêveberî û hem jî ji hêla fizîkî ve ava bike.
Reqa êdî azad e, lê dora wê ye ku mirov Reqaya ku bi azadî û bi hêvî li siberojê dinere hem ji hêla rêveberî û hem jî ji hêla fizîkî ve ava bike.
Meclîsa Sivîl a Reqayê hem ji bo xizmetê ji siberoja xwe re bike û hem jî ji bo ku bibe xwedî gotin ji hêla Reqayiyan ve hate avakirin. Ji Pêngava Xezaba Firatê û vir ve 450 hezar kes ji Eyn Îsa hatin Reqayê. Heta niha di van şertan de ku alîkariya navnetewî pir kêm bû, Meclîsa Sivîl a Reqayê, MSDû rayedarên Federasyona Demokratîk a Sûriyê hewcehiyên sivîlan bi derfetên xwe dabîn kirin.
Êdî piştî Reqeya Azad wê rewşa sivîlan çi be, siberoja Reqa wê çi bibe? Ev pir herî pir derdikevin pêş.
450 HEZAR REQAYÎ JI REQA HATIBÛN EYN ÎSA
Reqa ta ku beriya şerê navxweyî nifûsa wê 220 hezar bû, piştî ku şerê navxweyî dest pê kir û 2013’an kete ber kontrola cîhadîstan ji deverên ku şer lê hebû nêzî nîv milyon kesî koçî Reqayê kir. Di kontrola Cephet El Nusra, Ehrar Şam, DAIŞ’ê de guherînên nifûs û demografiyê pêk hatin.
Bi taybetî hiştin ku Kurd û Xiristyan ji bajêr koç bikin, di dema DAIŞ’ê de cîhadîstên biyanî û malbatêne wan, ên ku ji bo hîcretê hatin, her wiha Êzîdiyên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revanzin û hêsîrên şer anîn Reqayê. Ji bo vê jî nayê zanîn bê ka dema Pêngava Xezaba Firatê dest pê kirî nifûsa Reqayê çi qas bûye.
Lê piştî Pêngava Xezaba Firatê dest pê kirî ji Reqayê bi hezaran sivîl ber bi Eyn Îsa ve çûn ku di dema rejîmê de bi ser Reqayê ve bû. Li gorî Meclîsa Sivîl a Reqayê di 3 mehên pêşî yên pêngavê de 100 hezar kes ji Reqayê çûne Eyn Îsa.
Her wiha dîsa li gorî daneyên ku Meclîsa Sivîl a Reqayê dane, ku bi pêdiviyên koçberan re rasterast ew têkildar dibin ji destpêka Pêngava Xezeba Firatê ve û heta rizgarkirina Reqayê nêzî 450 hezar kes ji Reqayê hatin Eyn Îsal. Û ku em Reqayiyên ku bi rêyên cuda yên ku derbasî Minbicê jî bûne lê zêde bikin, ên ku ji Reqayê derbasî qadên bi ewle yên Bakurê Sûriyê bûne nêzî 500 hezar kesî ye.
MECLÎSA SIVÎL HÊ DI QONAXA DESTPÊKÊ DE SEFERBER BÛ
Di dabînkirina pêdivyên 450 hezar sivîlî de ku ji Reqayê hatibûn berpirsê sereek Meclîsa Sivîl a Reqayê bû. Meclîs dema pêngavê dest pê kirî hê ev çen meh bûn ku dest bi rêxistiniya xwe kiribû.
Li gorî Meclîsê hin Reqayiyên ku di dema DAIŞ’ê de ji Reqayê reviyabûn û hatibûn qadên ewle yên Rojava, di wê pêvajoyê de ku operasyona rizgarkirina Reqayê ketibû rojevê, hatin cem hev û dest bi avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin. Ji hêlekê ve bi komîteya amadekar hem xebatên rêxistiniyê hatin kirin, li hêla dî jî ji bo ku pêdiviyên penaberan dabîn bikin seferber bûn.
Rayedarên Meclîsê diyar kir ku di pêvajoya pêşî de tenê bi alîkariya MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û saziyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê wan pêdiviyên Reqayiyan dabîn kirine.
MECLÎSA SIVÎL A REQA Û GAVÊN PÊŞÎ
Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî xebatên haziriyiyê yên 9 mehan damezirîna xwe 18’ê Nîsana 2017’an bi civînekê ragihan. Civîn li bajarokê Eyn Îsa yê li Bakurê Reqayê pêk hat û meclîs ji bo ku hê Reqa nehatibû azadkirin navenda wê li Eyn Îsa hatibû avakirin.
Civîn bi tevlêbûna 110 delegeyên Kurd, Ereb, Tirkmen pêk hat, di dîroka Reqayê de cara yekem bû ku pergala hevseroktiyê dihate kirin. Ji Kurdên Reqayê Leyla Mustafa û ji Erebên Reqayê Mahmûd Bersan bûne hevserokê Meclîsê.
Niha li gorî sîstema Meclîsa Sivîl a Reqayê her hevserokek 2 jê zilam 1 jê jin 3 alîkarên xwe hene. Her wiha serokên 14 komîteyan jî di rêveberiya Meclîsa Sivîl a Reqayê de ye.
Her wiha endamên Meclîsê ji 110 kesan pêk tê û ji van 21 jê jin in. Rayedarên meclîsê diyar kirin hijmara endamên meclîsê û endamên jinan zêde bûn. Hijmara jinan a di nav meclîsê li gorî ya Rojava her çendî kêm be jî, jinên Reqayê dibêjin pergala hevseroktiyê û hijmara jinan a di nav meclîsê de ji bo gelê Reqayê weke şoreşê ye.
Her wiha di civîna damezirînê ya Meclîsê de komîteyên jin, dadmendiya civakê, aborî, parastin û ewlehiyê, perwerdehî û hîndekarî, rêxistiniya civakî, çavdêrî û şopandin, xizmeta giştî, enerjî, paqijî û kanalîzasyon, ciwna û spor, tendirûstî, çapemeniyê, xebatên sosyal hatin avakirin.
KARÊ HERÎ SEREKE DABÎNKIRINA PÊDIVIYÊN KOÇBERAN BÛ
Piştî ragihandina Meclîsê xebatên bêhtir bi organîze bûn. Her komîteya meclîsê xizmetên di qada xwe de pêk anîn. Di vê pêvajoyê peywira sereke ya meclîsê ew bû ku pêdiviyên av, xwarin, bicihbûnê, dermanê yên koçberên ku hatibûn qadên ewle bi cih bînin.
Ji dema ku operasyona Reqayê dest pê krî bi kêmanî 450 hezar ji Reqayê derbasî Eyn Îsa bûn, ên ku hatin herî kêm rojekê li Eyn Îsa man û ji hêla meclîsê ve pêdiviyên wan hatin dabînkirin. Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leya Mustafa got, ‘’Heta ku li cem me bûn me hewl da ku ji lêzimiyên wan re bibin bersiv. Hinan ji van derbasî Minbic, Kobanê Cizîrê cem xizmê xwe bûn û hin ji van jî derbasî gundên Eyn Îsa cem xizmê xwe bûn.
Her wiha hin mirovên me yên din jî her ku gund hatin azaadkirin û ji mayinan hatin paqijkirin vegeriyan gundên xwe. Lê niha li Eyn Îsa gelek mirovên me yên koçber hene. Ji bo mirovên me yên ku derbasî deverên dî, gundên dî bûn derfet pir kêm bûn, arîşeyên cidî hene. Zad û derman pir kêm e.’’
‘DERFETÊN ME TÊRÊ NAKIN KU EM PÊDIVIYÊN MIROVÊN XWE BI CIH BÎNIN’
Piştî ku Pêngava Xezaba Firatê dest pê kirî kampa Eyn Îsa û Karema ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Girê Spî ve hatibû vekirin ji hêla Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate berfirehkirin. Li gel vê, li herêma Eyn Îsa û Karêma gelek kampên biçûk hatin avakirin.
Niha ji bo ku koçberên Reqayê kampa herî mezin a Eyn Îsa ye û 17 hezar Reqayê lê ne. Leyla Mustafa diyar kir, piştî destpêkirina Pêngava Xezaba Firatê ji Dêrazorê jî koçber ber bi Eyn Îsayê ve hatine û got: ‘’Her wiha bi destpêkirina operasyona Dêrazorê re 4000 malbat hatin vir. Me ji bo wan kampek çêkir. Niha li kampên gelek kes hene û ev ji barê kampê girantir e.’’
Kampa Karama mezin e. Ji bo ku em ji pêdiviyên kampê re û mirovên xwe re bibin bersiv em seferber dibin lê derfetên me têrê nakin. Mînak li kampa Eyn Îsa rojê 6000 kîs nan em didin. Rojê 1,5 ton xwarin tê çêkirin û belavkirin.
Piştî azadbûna Reqayê sivîlên ku ji Reqayê dihatin sekinî. Lê Dêrazorê û deverên ku rejîm lê ye gelek mirov têne bi vir ve.
450 KOMUN HATIN AVAKIRIN
Li gel dabînkirina pêdiviyên koçberan yek ji xebata sereke ya Meclîsa Sivîl a Reqayê li gundên ku hatine azadkirin avakirina meclîs û gundan bû. Li gundên ku hatine azadkirin ji bo ku Reqayî jiyana xwe, parastina xwe û çanda xwe ya demokratîk ava bikin komîteya rêxistinê ya meclîsa sivîl gav bi şervanên QSD’ê şopandin û li gundan komun û meclîsên xwe ava kirin.
Hevseroka Meclîsê Leyla Mustafa got, ‘’Heta niha li gel Tebqayê li qadên Reqa yên ku hatine azadkirin ji 450’î zêdetir komun û meclîs hatin avakirin. Ji bo ku gel bikaribe hêsan pêdiviyên xwe pêk bîne û baş xizmetê bike her 15-20 komun meclîsên wan hatin avakirin. Di nav her komunê de komîteyên aştî, parastin, xizmetê hatin avakirin û hê jî hinek komîte têne avakirin.
REQA AZAD BÛ Û NIHA DIVÊ SIBEROJ WERE AVAKIRIN
Niha ji bo Meclîsa Sivîl a Reqayê mijara herî girîng siberoja Reqayê ye. Reqa êdî azad e lê şerekî giran lê çêbû. Ji niha û pê de hem divê Reqa ji nû ve were avakirin û Reqayî êdî rejîma li ser xwe û rêveberiyên despotîk ên weke DAIŞ’ê naxwazin.
Hêzen QSD’ê weke hemû deverên ku azad kirin wê Reqayê jî dewrî rêveberiya sivîl a gel bike. A rast ji dema ku pêngavê dest pê kirî ve gav bi gav dewr dikin lê di dema pêngavê de hem peywira parastinê û hem jî ya azadkirinê dikin.
Meclîsa Sivîl a Reqayê 12’ê Cotmehê bi navê Platforma Reqayê civîneke berfireh pêk anîn û siberoja Reqayê gotebêj kir.
Platform bi tevlêbûna rêxistinên civakî ya sivîl û nûnerên êlan li Eyn Îsa dest pê kir.
Di civînê de Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Minbicê, herêmên Bakurê Sûriyê û nûnerên êlên Cês, Bûseraya, Sexane, Bûesaf, Ebû Hemîd, Amir, Bûşeyan, Efadele, El-Mûs Dahir, El-Xanim El-Dahir, Kewatî, Burêc, El-Xûl, Cemase, El-Cerî Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir û rûspiyên Reqayê hazir bûn.
REQAYÎ DIXWAZIN XWE BI RÊ VE BIBIN
Piştî civîna bi rojekê, di encamnameyê de hate diyarkirin ku Reqayî destekê didine QSD’ê û hate gotin, ‘’Ji bo ku em jiyana hevpar û xwîşk û biratiya gelan û Sûriyeke demokratîk, pir reng û navenda wê nîn e ava bikin, em ê bi hemû herêmên Sûriyê re, bi taybetî bi Bakurê Sûriyê re em ê xebatên hevpar bikin.
Reqayiyan bi encamnameya ku xwendin diyar kirin ew ê êdî rêveberiyên destpotîk qebûl nekin û dema wê hatiye ku gel bi xwîşk û biratî, bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve bibin.
ŞERÊ REQAYÊ ŞEREKÎ NAVNETEWÎ BÛ, DIVÊ AVAKIRINA WÊ JÎ WIHA BE
Beşekî mezin ê Reqayê ji ber şer ziyan ditiye û li gelek deveran hê jî mayinên DAIŞ’ê hene. Reqayî dibêjin ji bo ku Reqa zû wer paqijkirin tişta ku ji destê wan tê wê bikin lê ji bo vê jî pêdivî bi alîkariyê heye.
Di encamnameya Platforma Reqayê de ev daxwaza gelê Reqayê wiha hate gotin: ‘’Ji bo ku em bajêr ji nû ve ava bikin em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo ku hilweşandin ji hêza me zêdetir e em bang li hemû aştîxwaz, azadîxwaz, hêzên dij terorê û Koalîsyona Navnetewî dikin ku destek daye Reqayê, alîkariya xwe bidomînin. Ev alîkarî bi hikûmet û rêxistinên sivîl dikare pêk were.
Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustafa di vê derbarê de wiha got: ‘’Reqa êdî azad e. Em Reqayê dixwazin xwe bi rê ve bibin û bi hemû gelên Sûriyê re dixwazin azad û bi xwîşk û biratî bijîn. Reqa şerekî navnetewî bû, ji ber ku paytexta DAIŞ’ê Reqa ji bo hemû dinyayê taloke bû. Azadbûna Reqayê ji bo hemû dinyayê watedar e. Îro di ji nû ve avakirina Reqayê de û ji bo ku hemû gelê Reqayê vegere qadên xwe yên jiyanê hemû dinya berpirs e.’’