Paytexta tirs û şermê Reqa êdî azad e -2

Di rûpelên dîrokê de wê 17'ê Cotmeha 2017'an weke roja azadiya Reqayê bê nivîsandin. Hêzên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG û YPJ'ê, bi can û xwîna xwe Reqa rizgar kirin.

Li gel dijberiya dewleta Tirk ku bi dîplomasî û gefan hewl da hêzên YPG û YPJ tevlî Pêngava Xezeba Firatê nebin, hêzên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG û YPJ'ê di asta pêşengiyê de cihê xwe di hemû qonaxên pêngavê de girtin û serketina Reqayê diyarî gelan û jinan kirin.

Pêngava Xezeba Firatê çawa dest pê kir û bi çi rengî dewam kir? Rola YPJ'ê û şervanên jin di rizgarkirina Reqayê de çi bû? Di vê beşa dosya xwe de em ê hewl bidin bersivê bidin van pirsan.

KELEHA CEBAR A DÎROKÎ HATE RIZGARKIRIN

Qonaxa yekemîn a Pêngava Xezeba Firatê, 5'ê mijdara 2016'an bi du baskan ji Eyn Îsa û Silûkê dest pê kir. Di encama operasyona 2 hefteyan de 34 gund û 31 gundik, ku qadeke ji 550 kîlometreçargoşe ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. 19'ê Mijdara 2016'an, bajarokê Til Semin ê li qiraxa Çemê Belix ê bi 27 kîlometreyan li bakurê Reqayê ye hate rizgarkirin. Li gel vê, 7 girên stratejîk û navenda belavkirina av û elektrîkê kete destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Piştî navbera ji 3 hefteyan a ji bo amadekariyê, qonaxa duyemîn a pêngavê di 10'ê Kanûna 2016'an de dest pê kir. Hêzên QSD'ê bi du baskan ji El Qadiye û Kerdosanê ketin nava liv û tevgerê û rojavayê Reqayê rizgar kirin. Di operasyona 10 rojan de, 97 gund û bi dehan gundik, her wiha gelek girên stratejîk ku ji 1.400 kîlometreçargoşeyî pêk tê, ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Şervanên QSD'ê, di 20'ê Kanûnê de yekemîn bajarokeke ser bi Reqayê ve (Bajarokê Cirniye) ji çeteyan paqij kirin. Piştre 1'ê Çileya 2017'an, bajarokê Mehmûdîlî jî hate rizgarkirin. Dûre ji bo rizgarkirina Keleha Caber a dîrokî şervanên QSD'ê ketin nava liv û tevgerê û piştî şerekî dijwar Keleha Caber rizgar kirin.

MECLÎSA LEŞKERÎ YA DÊRA ZORÊ DI QONAXA 3. DE TEVLÎ PÊNGAVÊ BÛ

Qonaxa 3. a pêngavê ji bo rizgarkirina bakurê Dêra Zorê û rojhilatê Reqayê, ji 2 baskan ve roja 5'ê Sibata 2017'an dest pê kir. Yek ji taybetmendiyên balkêş ên vê pêngavê jî, tevlîbûna Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bû, ku ji aliyê gelê Dêra Zorê ve hate avakirin. Baskê Bîr El Heba ji bakurê rojhilat ê Reqayê pêk dihat û ji vî baskî ber bi başûr ve şervan ketin nava liv û tevgerê. Baskê Ebû Xeşeb jî dixwest bakurê Dêra Zorê paqij bike û ev bask di ser rêya Hesekê-Reqayê ber bi başûrê rojhilat ve kete nava liv û tevgerê. Li bajarokê El Kerama ku bi 20 kîlometreyan li başûrê Reqayê ye, her du bask gihîştin hev. Bi rizgarkirina bajarokê El Kerama re qonaxa 3. a pêngavê jî qediya.

Di qonaxa 3. de baskê Bîr El haba qadeke ji 5 40 km², baskê Ebû Xeseb 100 km² bi giştî  qadeke 640 km² hate rizgarkirin. Bi dehan gund û gundikên li van herêman, tevî bi hezaran sivîlan ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Her wiha mayinên li herêmê hatin rakirin û bi vî rengî pêşî li sivîlan hate vekirin ku li cih û warên xwe vegerin.

ŞERVANAN JI HEWAYÊ VE DAKETIN BALAFIRGEHA TEBQAYÊ

Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, navçeya Tebqayê ku navçeyeke Reqayê ye û mezintirîn bendava Sûriyeyê lê ye, tevî balafirgeha xwe ya leşkerî hate rizgarkirin.

22'ê Adara 2017'an, hêzên QSD'ê yekemcar bi desteka hêzên koalîsyonê ji hewayê ve xwe danîn rojavayê Tebqayê ku li aliyê din ê Çemê Firatê ye. Di operasyonê te taktîkên nû hatin ceribandin. Şervanan di destpêkê de berê xwe dan Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û roja 26'ê Adarê balafirgeh rizgar kirin. Piştre di 6'ê Nîsanê de gundên Safsafah û Îbadê ji çeteyan paqij kirin. Bi rizgarkirina herdu gundan re şervanên QSD'ê dor li Tebqa û Bendava Tebqayê girtin.

Roja 10'ê Gulana 2017'an, di roja 50. a operasyonê de navena Tebqayê û Bendava Tebqayê (Firat) bi temamî hatin rizgarkirin.

JI DEWLETA TIRK NEHAT KU PÊŞÎ LI QSD'Ê BIGIRE

13'ê Nîsana 2017'an ji bo rizgarkirina Geliyê Celabê, qonaxa 4. a pêngavê hate destpêkirin. Bi dehan gund û gelek nuqteyên stratejî, tevî bajarokê El Hezîma hatin rizgarkirin. Piştre wextekê navber ji pêngavê re hate dayin û 24'ê Nîsanê ji cihê mayî dewam kir.

Dewleta Tirk ku kir nekir nekarî pêngavê rawestîne, ji bo bêhnê bîne ber DAIŞ a li Reqayê asê ma, ji nû ve kete nava liv û tevgerê. Balafirên şer ên Tirk, sibeha 25'ê Nîsanê saet di 02:00 de bombe li Şengalê û çiyayê Qereçoxê yê Rojavayê Kurdistanê barandin. Li Qereçoxê êrîşî navenda YPG'ê, navenda çapemeniya YPG'ê û radyoya Rojava kir. 18 endamên YPG û YPJ'ê ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest dan.

dewleta Tirk li ser sînor jî zêdegavî kir û êrîşî Rojava kir. YPG'ê wextekê navber da pêngavê û diyar kir, ku wê axa xwe biparêze. YPG'ê bersiv da êrîşên dewleta Tirk û li Dirbesiyê, Efrîn, Kobanê û gelek cihên din, hejmareke zêde ya maşînên zirxî û tankên Tirk rûxand.

Piştî ku rewş hinekî bêdeng bû, QS'ê 9'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku pêngav ji cihê mayî wê ji nû ve bidome. 15 roj piştî vê daxuyaniyê, qonaxa 4. a pêngavê ji nû ve dest pê kir. Ev qonax jî ji bo paqijkirina herêmên mayîn yên li dora Reqayê û amadekariya ji bo operasyona li navenda bajêr, hate destpêkirin.

Di qonaxa 4. de, roja 3'ê Hezîranê şervanên QSD'ê bajarokê Mansûra ku 50 hezar şêniyên xwe hene, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Rojek piştî rizgarkirina bajarokê Mansûra, Bendava Azadî jî hate rizgarkirin. Bi rizgarkirina Mansûra û Bendava Azadî re têkiliya navbera Reqa û bajarên din ên Sûriyeyê qut bû û şervanan gav bi gav berê xwe dan navnedan bajarê Reqayê.

CENGA MEZIN BI 16 KOMAN DEST PÊ KIR

Û 6'ê Hezîrana 2017'an daxuyaniya ku hemû cîhan li bendê bû hate dayin. Cenga Mezin dest pê kir. Bi rengekî fermî hate ragihandin, ku operasyona ji bo rizgarkirina navenda bajarê Reqayê, hatiye destpêkirin.

Berdevkê QSD'ê Talal Silo ragihandina vê operasyonê eşkere kir û anî ziman, ku operasyon bi piştgiriya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, rûspiyên eşîrên li herêmê û gelê herêmê tê kirin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ji hewayê piştgirî da operasyonê. Pêkhateyên operasyona bi pêşengiya YPG û YPJ'ê hate destpêkirin ev in:

"Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran)", Cephet El Ekrad, Tûgayên El Şemal El Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tûgayên Mexawir Hûms, Siqûr El Reqa, Lîwa El Tehrîr, Tûgaya Selçûklû ay Tirkmen, Tabûra Şehîdên Hemam Tirkmen, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî yaMinbicê, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Hêzên Xweparastinê, YPG, YPJ û hêzên Nuxbe."

Li navenda bajêr 4 mehan şerekî dijwar qewimî. Hêzên QSD'ê gav bi gav di nava bajêr de bi pêş ve çûn.

BOMBERDÛMANA JI ALIYÊ REJÎMÊ VE HATE KIRIN Û PROPAGANDA REŞKIRINÊ

Hêzên rejîmê û Rûsyayê, roja 2'ê Hezîranê li herêmeke bi 120 kîlometreyan dûrî Reqayê dest bi operasyonê kirin. Planên rejîmê û Rûsyayê, bi Cenga Mezin a 6'ê Hezîranê re têk çûn. Hêzên rejîmê ji 2'ê Hezîranê heta 20'ê Hezîranê bi qasî 15 kîlometreyan nêzî Tebqayê bûn û bi êrîşa dijber a DAIŞ'ê re têk çû.

Rejîmê li gel vê operasyona xwe, ji aliyekî ve jî êrîşî hêzên QSD'ê kir. 8'ê Hezîranê balafirên rejîma Baasê bombe li 3 çeperên QSD'ê yên li nêzî Tebqayê barandin. 18'ê Hezîranê jî bombe li çeperên QSD'ê yên li nêzî Tebqayê barandin. Hêzên QSD'ê bi çekên giran û hêzên koalîsyonê jî bi xistina balafira rejîmê bersiv da van êrîşan.

Rejîmê û Rûsya ku encamek ji van êrîşan negirtin li dijî hêzên QSD'ê vê carê dest bi propaganda reşkirinê kirin. Ajansên nêzî rejîmê û Rûsyayê îdîayên pêkenok ên weke "Hêzên QSD'ê li Reqayê korîdor ji endamên DAIŞ'ê re vekirine ji bo derbasî Palmîrayê bibin" xistin rojevê.

DI NAVA 2 MEHAN DE 50 JI SEDÎ YÊ REQAYÊ HATE RIZGARKIRIN

50 ji sedî yê Reqayê di nava 2 mehan de hate rizgarkirin. Li gorî daxuyaniyên fermandarên QSD'ê, wê wextê cih li DAIŞ'ê hate tengkirin, 9 tax, gelek cihên stratejîk û bi hezaran sivîl ahtin rizgarkirin.

Hêzên QSD'ê mîna li bejahiya Reqayê, li navenda bajêr jî ji bo sivîlan bi baldarî tevgeriyan.

Di nava 4 mehên Pêngava Rizgarkirina Reqayê de DAIŞ'ê ji milyonek mayinên li ser sînorê Îran-Iraqê di dema Saddam de hatin çandin qat bi qat zêdetir mayin li navenda bajêr bi cih kir. Her wiha,d ema cih lê teng dibû bi wesayitên bombebarkirî êrîş kir. Bi deh hezaran sivîl jî weke mertalên zindî bi kar anî. Li navenda bajêr bi dehan tunel kolan.

ŞERÊKÎ DIJWAR QEWIMÎ

DAIŞ ku di meha Tebaxê de asê ma, li hemberî şervanên QSD'ê dest bi êrîşên giran kir, lê hemû êrîş ji aliyê şervanan ve hatin pûçkirin.

Di meha 3. a pêngavê de şervanan 14 ji 23 taxên bajêr, 65 ji sedî yê bajêr rizgar kirin. Heta 20'ê Îlona 2017'an 80 ji sedî yê bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin. DAIŞ'ê dîsa êrîşên giran kir, lê nekarî pêşî li pêşveçûna pêngavê bigire.

Û REQA AZAD E

15’ê Cotmeha 2017’an Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezebafiratê diyar kir ku 90 ji 100’î ya Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û ji bo paqijkirina beşê mayî yê bajêr ‘’Pêngava Ednan Ebû Emced’ dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin taxên Rimela, Suker, Hişam Bîn Ebdul Melîk, Nezlet Şehade, Meşleb, Rafqa, El Beyatre, Mehdî, Mensûr, Romaniye, Sebahiye, Diriya, Îskan, Hîne, Bab Bexdar, El Teyare, Kehreba, Bosariye, Mizgefta Mezin, Betanî, Nehda û 90 ji 100’î yê bajêr hatine azadkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Meclîsa Sivîl a Reqayê, rûspiyên herêmê û şêxên wê ji bo ku sivîlên Reqayê hewl dane û her wiha 275 çete teslîm bûne.

Piştî Pêngava Ednan Ebû Emced dest pê kir bi 2 rojan hate ragihandin ku li Reqayê çeteyê ku mane û li ber xwe didan hatine îmhakiri û agahiya ‘Reqa êdî azad e’ dane gelê Reqayê û dinyayê ku bi kelecanî li bendê bûn.

SERFIRAZIYA KU BI PÊŞENGIYA BIRYARGEHA JINÊ Û ŞERVANAN PÊK HATÎ

Pêngava navenda bajêr jî di nav de di hemû qonaxên Pêngava Xezeba Firatê de YPJ bi çalakî tevlî şer û koordîneya şer bû.

YPJ  ku endamên wê ji destpêka pêngavê heta dawiya wê qehremaniyên pir mezin nîşan dayî, her wiha teknîka şer û pêşketina wê nîşan dayî,  ji destpêka pêngavê ve heta azadkirina Reqayê wateya tolhildana jinên Êzîdî dabûna operasyona rizgarkirinê.

Jinên YPJ’yî tenê ne di nav pratîka giştî û koordîneya şer de bûn, koordîneya hin baskan bi temamî ji hêla wan ve hate birêvebirin.

Di nav jinên YPJ’ê de yên ku tevlî Pêngava Reqayê bûbûn, jinên Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan, Tirkmen hebûn.

JI HEMÛ GELAN JIN DI NAV YJŞ’Ê DE HEBÛN

Her wiha ji Meclîsa Leşkerî ya Suryanan jî jin bi asteke kêm jî bûn tevlê bûn û destek dan.

Her wiha ji welatên cuda jinên şoreşger û anarşîst, ji tevgerên şoreşger ên Tirkiyê jinên milîtan bi takekesî tevlî Pêngava Reqayê bûn.

Şervana MLKP’ê û bi hewramiya sor a ku li xwe pêçayî bûbû sîmgeya çalakiyên Geziyê Ayşe Denîz Karacagîl jî di nav tabûra Enternasyonalîst de dema ku li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da. Karacagîl di Pêngava Reqayê de bû sembola têkoşîna enternasyonalîst.

3’yê Tîrmehê Yekejiya Jİnên Şengalê (YJŞ) ku piştî Qirkirina Şengalê jinên Êzîdî pêk anîbûn, tevlî Pêngava Reqayê bûn û pêngav xurt kirin. Li Reqayê ku bi hezaran jinên Êzîdî yên ku hatibûn revandin anîbûnê, di serî de tolhildana jinên Êzîdî, tola hemû jinan anî û bû şanaziya hevpar.

Di nav şervanên YJŞ’ê de şervanên weke Hêza Şengal jî hebûn ku piştî êrîşa bi ser Şengalê de ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûne êsîrkirin û piştre azad bûbûn.

YJŞ pêşengiya Yekîneyên Parastina Şengalê  kiriye û 23’yê Tîrmehê YBŞ jî hêzek şandiye Azadkirina Reqayê.

TEVLÊBÛNA YPJ’Ê BANDOR HEM LI GEL Û HEM LI ŞERVANÊN MÊR KIR

Her wiha ji destpêka Pêngava Xezaba Firatê ve bi sed hezaran sivîl hatin rizgakirin. Hin ji van bi operasyonên taybet hatin rizgakirin û hin ji van jî ji hêla şervanên QSD’ê ve hazin rizgarkin. Di operasyonên rizgarkirina sivîlan de û di pêşwazîkirina wan de,dema ku şervanên jin fedakarî û asta şervaniya xwe nîşan didan pir bandora erênî li ser sivîlan kirin.

Di dema pêngavê de bi sedan ciwan û jin tevlî QSD’ê û YPJ’ê bûn, piştî perwerdehiya sereke di nav pêngavê de cih girtin.

Di destpêka pêngavê dema ku me bi berdevaka YPJê Nesrîn Abdulah re ropartaj kirî, gotibû komên şervan ên ku tevlî pêngavê bûbûn û piranî mêr bûn, piştî ku di şexsê YPJ’ê de şervanî, fedekariya şervanên jin dîtine û asta hêza wan, nêzîkatiya wan a li jinê guherî ye û li xwe mikur hatine.