Partiyên hevpar ên TEV-DEM'ê: Li dijî êrîşên dewleta Tirk bibîn yek

Partiyên siyasî yên ku di nav TEV-DEM'ê de cih digirin, banga rawestandina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û yekîtiyê kirin.

 

Partiyên di nava Tevgera Civaka Demokratîk de dan zanîn ku Tirkiye bi destekdayîna terorê, çareseriya demokratîk asteng dike û bûye çavkaniyeke metirsîdar li ser cîhanê û her wiha li hember şervanên QSD û YPG`ê ku DAIŞ`ê têk dibin, şer dike.

Derbarê êrîşên Tirkiyeyê  yên li dijî kantona Efrînê, partiyên siyasî yên TEV-DEM`ê daxuyaniyek belav kirin.

Daxuyanî wiha ye:

” Di demên dawî de, daxuyaniyên AKP`ê yên dagirkirina Efrînê û herêmên Şehba zêde bûn û li gor agahiyan, Tirkiye amadekariyên operasyoneke mezin bi beşdariya 20 hezar çekdarên muxalefetê yên girêdayî wê dike. Ev yek jî ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye ku ji destpêka aloziyê ve gelek zehmetî dîtine.

Gefxwarinên Tirkiye yên li dijî Efrînê, di demeke ku QSD û YPG`ê li dijî DAIŞ`ê li bajarê Reqa şerê terorê dike, pêk tên. Ev yek jî nîşan dide ku çiqas Tirkiye dixwaze zextê li ser terora cîhanî kêm bike.

Tirkiye bi van gefxwarinan, ne tenê pêngava rizgarkirina Reqa û bajarên Sûriye ji terorê asteng dike, lê belê rê li ber çareseriyeke demokratîk jî digire. Ji ber bi hebûna komên terorî, tu çareserî bi pêş nakeve, berovajî bi destekdayîna Tirk temenê terorê zêde dibe û bi vê yek ew bi xwe dibe çavkaniyeke metirsiyê li ser cîhanê.  Taybet jî ku li hember hêzên QSD`ê yên DAIŞ`ê têk dibin, şer dike.

Em êrîşên Tirkiyê yên li dijî Efrînê û bikaranîna wê ji komên Sûriyê re şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovahiyê dikin ku van êrîşan rawestînin. Dîsa daxwaz ji hemû aliyên Kurd dikin ku di van qonaxên hestiyar de parçebûnê bidin aliyekî û bibin bersiva pêvajoyê.

Dîsa bang li hemû gelê Bakurê Sûriyeyê dikin ku ji bo parastina Efrînê û herêmên bi QSD û YPG`ê re bibin yek.”