Partiyên Kurd ên Rojava êrîşên artêşa Tirk şermezar kirin
Partiyên Kurd ên Rojava, êrîşên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistnaê şermezar kirin.
Partiyên Kurd ên Rojava, êrîşên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistnaê şermezar kirin.
Rêveberên Partiya Çepgir a Demokratîk û Partiya Lîberal a Kurdistanê yên Rojava êrîşên deweta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
GEDO: DESTKEFTÎ KIRINE AMANC
Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo, têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê got, ''parçeyek ji siyaseta rêveberiya Erdogan e''. Gedo got Erdogan êrîşê dibe ser Rojava, Bakur û Başûr û ji vê jî diyar dibe ku mesele ne tenê Bakur e, dijî hemû Kurdan e û li kûderê Kurdek hebe, dixwaze wan qels bike, bê rol bihêele û li ser hemû Kurdistanê karîger be.
Gedo got, ''Dema ku Kurd bi risteke mezin radibin, li Rojava dema ku gavên mezin têne avêtin, destkeftiyên mezin çêdibin êrîş zêde dibin. Li Başûr herêmeke federasyonê heye û diyar e hikûmeta AKP'ê vê qebûl nake. Bi ser de dibêje, li başûrê Efrîkayê jî Kurdek hebe em destûra vê nadin.''
Gedo bal kişande ser bêdengiya qada navnedewletî ya derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr, bi bîr xist ku AKP 30 kîlometre sînorê Başûr bezandiye, li her deverê bêdengiyek heye û domand, ''Divê welatên navnetewî li dijî van komkujiyên ser sivîlan û li ser van binpêkirina bibêjin, ''raweste''. Di serî de DYE û hikûmeta Bexdayê divê êdî tiştekî bikin. Başûrê Kurdistanê parçeyek ji dewleta Iraqê ye û nexasim divê ew bibêjin, êdî ''raweste.''
Gedo her wiha got, ''Ev şer li dijî Kurdan tê kirin. Bi sedan Kurd şehîd dibin, malên wan bi ser wan de têne hêrifandin. Divê li dijî êrîşên li ser Kurdan êdî bêdengî xira bibe. Li hemû parçeyan divê Kurd ji hêla siyasî, leşkerî û li ser hemû mijaran hevkariyê bikin. Bi vî rengî dikarin AKP'ê û siyaseta wê pûç bikin û pêşî li vî şerî were girtin.''
TELO: NIKARIN PKK’Ê BIQEDÎNÎN; HER ROJ MEZINTIR DIBE
Serokê Partiya Lîberal Kurdistan Ferhat Telo diyar kir ku dewleta Trik li Rojava û Bakurê Kurdistan bajarên Kurdan hildiweşîne û wiha domand; “Bi salane dewleta Tirk êrîşî Kurdistan û bajarên wê dike. Hem li Rojava û hem jî li Bakur bajar hilweşand. Cizîr, Amed, Nisêbin û gelek cih hilweşand. Herî dawî bajar û sivîlên Başûrê Kurdistanê bûne hedefa êrîşan. Weke hincet jî tevgera azadiyê PKK’ê nîşan didin. Ev 40 sal in dibêjin ‘Îsal PKK bidawî dibe, dawiya wê hat’ lê em dibînin ku her roj PKK mezintir dibe û serdikeve. Em Partiya Lîberal a Kurdistanê êrîşên hikûmeta Tirk ên di şexsê Erdogan de şermazar dikin. Helwesta wan helwesta dijmine û em wiha dinirxînin.”
‘BI BÊDENGIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN’
Ferhat Telo balkişand li ser bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya li dijî êrîşan û wiha got; “Em dibînin ku Rêveberiya Herêma Kuridstan, Rêverbiya Iraq û Yekîtiya Erebean li dijî van êrîşan bêdeng in û ev nayê qebûl kirin. Li vir du peyam tê ayîn; Erodgan konsepta êrîşên li dijî gelê sivîl didomîne û ya duyemîn jî bi bêdengiya ku bidaxwaz bê daxwaz piştgirîdayîna vî şerî ye.
Eger Rêveberiya Herêma Kuridstan bi vî navî nebe divê bi navê Parlamentoya Kurdistanê bi rêya çapemeniyê peyama şermezarkirinê biweşîne û bêdeng nemînn. Divê Netewên Yekbûyî pêşbaziyên xwe di vê mijarê de ragihîne. Divê bi hêzên navnetwî, Emerîka, Rûsya û Ewropayê, hikûmeta Bexda re hevdîtin werin kirin.
Îro delegasyona Kurd a Rojava çûn Başûr û li wir serdana tevgerên Kurdistanî dikin. Armanca vê parastina yekdengiya gelê Kurd e. Dîsan heman dîrokê dewleta Tirk van herêman bombebaran dike. Di encamê de jî mirovên me tên qetil kirin, zirar digihe malên gelê me, divê ev hemû bi rêya çapemeniyê ji cîhanê re were ragihandin ji ber ku ji hemû partiyên siyasî ev tê xwestin.”