Partiyên çep ên Ewropayî xwestîn tecrîd bê bidawîkirin

Encamnameya Konferansa Partiyên Çep a Piştevaniya bi Gelê Kurd re hat eşkerekirin. Ji bo pêvajoyek aştiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan hat xwestin.

Encamnameya konferansa bi mijara, “Piştevaniya Partiyên Çep ên Ewropayî bi Gelê Kurd re” ya li Amedê ji aliyê HDP, KCD, DBP û KJA hat organîzekirin hat eşkerekirin. Ji bo pêvajoya aştiyekê hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û YE ji PKK’ê re nebêje ‘rêxistinek terorî’.

Endama Parlamentoyê ya Partiya Çep a Elman Heîke Hansel encamnameya konferansê xwend.

Li gor xalên di encamnameyê de ji bo pêvajoyeke aştiyekê hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û YE ji PKK’ê re nebêje ‘rêxistinek terorî’.

Hansel piştî encamname xwend, bal kişand ser rewşa malbatên ku bi rojan e hewl didin cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatine qetilkirin wergirin. Hansel wiha axivî: “Dayik nikaribin cenazeyên zarokên xwe bigirin, ev nîşaneyek hovîtiya rejîma Erdogan e. Ev nayê qebûlkirin û sûcek e.”

Piştî encamnameyê, heyeta di nav de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Ûca, Berdevka KJA Ayla Akat Ata û nûnerên Partiyên Çep ên Ewropa cih girtin, berê xwe dan Sûrê.