Milîsên jin li Wan, Colemêrg û Stenbolê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî kirin

Milîsên Jinên Agir û Rojê ragihandin ku ew ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê li Wan, Colemêrg û Stenbolê çalakî li dar xistin.

Milîsên Jinên Agir û Rojê bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: “Tîmên me li taxa Gazî ya Colemêrgê di saetên şevê de çalakiya girtina rê û şewitandinê li dar xistin. Piştî demeke dirêj tîmên me di encama êrîşa polîsên dagirker de yekser bersiv da.”

Milîsên jin ragihandin ku şeva 9’ê Cotmehê li taxên Xaçort û Altintepe yên Wanê çalakiyên hemwext li dar xistine û agir berdane û wiha got: “Taxa me ya Altintepe ji aliyê polîsên dagirker ve hatiye dorpêçkirin. Tîmên me bi awayekî amade bersiv dan vê dorpêçê.”

Derbarê çalakiya li Geverê jî ev tişt hatin gotin:

Li taxên Orman, Cûmhûriyet, Esentepe, Gungor, Kanî Haydar û Yenî yên Geverê bi awayek hemwext çalakî hatin lidarxistin.

Li taxa Kanî Haydar li mînareya mizgeftê axaftina Rêber Apo ji bo gelê me hat guhdarkirin.

Li taxên Cûmhûriyet (Zagros), Esentepe û Gungor hemwext çalakiyên girtina rê, kontrola nasname û şewitandinê hatin lidarxistin û heta saetên siharê dewam kir.

Li taxa Ormanê şeva 9’ê Cotmehê bi fîşekên hewayî, teqemeniya dest çêkirî û molotofan li dijî qereqola polîsan çalakî hate lidarxistin. Tîmên me ketin heta hundirê qereqolê, jeneretora li hundirê qereqolê bi molotofan hat şewitandin. Polîsên dagirker ên ji bo alîkariyê hatin, li nuqteyekî cuda bi teqemeniya dest çêkirî hatin xistin.

Dagirkerên ku ketina nava tirsê bi gaza bîberê û guleyên rast êrîş kirin.

Li Esenyurta Stenbolê jî li dijî wesayitekî polîsan çalakî hat lidarxistin.

Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin.”