Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Pelîn Ozkaptan hate birîn

Ji ber parvekirina têkildarî Eylem Aktaş a di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bibû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnamevan Pelîn Ozkaptan hate birîn.

Ji ber du parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî Eylem Aktaş a di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bibû, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz li rojnamevan Pelîn Ozkaptan hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ozkaptan beşdarî danişînê nebû lê ji Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê parêzer Emîne Ozhasar û Dîdare Hazal Sumelî amade bûn. 

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya bi daxwaza cezayê dubare kir. 

Parêzerên Ozkaptan jî li dijî mutalaayê parastin kirin. Parêzeran gotin ku miwekîla wan rojnameger e, parvekirina wê dikeve çarçoveya xebatên rojnamevaniyê, di parvekirinan de ji bo sûcê propagandayê tu delîl tune ne, polîsan bi awayekî derqanûnî delîl kom kirine û ji ber van sedeman nabe ku miwekîla wan were darizandin. Parêzeran daxwaza beraeta miwekîlê xwe kirin. 

Dadgehê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê da Ozkaptan. Dadgehê cezayê hatiye dayin taloq kir.