Operasyona Reqayê: Gelek nuqteyên stratejîk hatin paqijkirin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de îro danê sibehê derbasî taxa Nehda bûn û li vê derê gelek nuqteyên stratejîk kontrol kirin.
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de îro danê sibehê derbasî taxa Nehda bûn û li vê derê gelek nuqteyên stratejîk kontrol kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja 54. a pêngava rizgarkirina Reqayê de ji çar aliyan ve bi pêş ve diçin.
Şervanên QSD'ê, piştî ku beşeke mezin a herêma Mesakin Idixar rizgar kirin, ketin nava taxa Nehda ya li bakurrojavayê bajêr û li vir şerekî dijwar dest pê kir. Şervanan hin nuqteyên vê taxê rizar kirin û di encamê de 8 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin girtin.
Li taxa Nezlit Şehade jî li derdora dibistana Tariq şer derket. Di vî şerî de 3 çete hatin kuştin, wesayiteke bombebarkirî hate rûxandin û hejmarek ji cebilxaneyan kete destê şervanan.
Li taxa Rewda ya li bakurrojhiatê bajêri şervan bi çend kolanan bi pêş ve çûn. Di şer de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi saxî hatin girtin.
Bi vî rengî şervan li 7 taxên Rewda, Reqa kevin, Hişam bin Ebdulmelik, Nezlit Şehade, Dereyê, Nehda, Berîd bi pêş ve diçin.