Operasyona Reqayê: 41 çete hatin kuştin, 3 wesayit hatin rûxandin
Li dora mizgefta Mistefa ya li navenda Reqayê di şerê duh şev de şervanên QSD'ê derbeke giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di şer de 41 çete hatin kuştin.
Li dora mizgefta Mistefa ya li navenda Reqayê di şerê duh şev de şervanên QSD'ê derbeke giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di şer de 41 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan pêşveçûna şervanan a li taxa Nezlît Şehade asteng bikin. Bi vê armancê bi 7 koman, ku di nava wan de êrîşkarên xwekuj jî hebûn, tevî 2 wesayitên bombebarkirî û bi çekên giran êrîş birin ser nuqteyên rizgarkirî yên li dora Mizgefta Mistefa.
Vî şerî 4 saetan dewam kir. Di encamê de 41 çete hatin kuştin, 2 wesayitên bombebarkirî û wesayiteke leşkerî hatin rûxandin.
Li vê taxê, di operasyona şervanan de navendeke cebilxaneyan a çeteyan hate dîtin.