Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bû

QSD‘ê ragihand ku Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bûye û da xuyakirin ku 154 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bûye û dest bi qonaxeke nû ya operasyonên ewlehiyê kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hêzên me 29′ê Kanûna 2022′yan bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî, Operasyona Birûska Cizîrê ji bo girtina bi ser şaneyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst ên li herêmên çolistanê, cih û warên sivîlan bi navê tevgerî xwe veşartine, da destpêkirin. Operasyonê 8 rojan dewam kir. Operasyon li 55 gund, mezreyên Holê, Til Hemis û Til Birakê û hin cihên li 3 bajarokan û rûberên fireh ji sînorê Sûriye-Iraqê pêk hat. Encamên berbiçav û hin rastiyên pratîk pêk hatin ku wiha ne:

PÊWISTIYÊN DEMKÎ

Hat plankirin ku par meha Mijdarê pêk bê, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me bi van êrîşan re, derengî ket.

Rêxistina terorîst êrîşên dawîn ji xwe re kir derfet û ket hewila geşkitina tevgerîna xwe li herêmên çolistan ên nêzê sînorê Sûriye-Iraqê, li herêmên niştecihan bi taybetî li Hol, Til Hemis û Til Birakê xwe bi cih bike. Gelek alavên bombebarkirî hatin amadekirin, çek û cebilxaneyên mezin ji bo amadekirina êrîşên terorane hatin depokirin. Hêzên me berê gelek cebilxane ji wan girtin û têk birin.

Şaneyên rêxistina terorîst alavên bombebarkirî yên mîna êrîşa Çileya 2022′yan ku erîşê girtîgeha Sînaa kir û deriyê girtîgehê teqand amade kiribûn, lê hêzên Operasyona Birûska Cizîrê 3 çeteyên tev li peydakirina desteka lojistîk û amadekirina alavên bombebarkirî ji çeteyên DAIŞ′ê re yên êrîşê girtîgeha Sîna kiribûn, girtin. Wan, li Hol û Til Hemisê xwe vedişart.

Şaneyên rêxistinê plana gelek êrîşan dikir ku herêmên Qamişlo û Hesekê di şahiyên cejnên Noel û Sersalê de ji xwe re bikin armanc. Lê bi Operasyona Birûska Cizîrê derbeyeke ji nişka ve li wan hat dayîn û êrişên mihtemel têk birin û gelek planger girtin û şahî di rewşeke bi ewlehî de hatin kirin.

Li gel girtina bi ser şaneyên rêxistina terorîst de ku hêzên operasyonê gelek sûcdarên beşdarî kiryarên krîmînalîzekirinê ku şêniyên herêmê û rûspiyên wê bûbûn, girtin.

PÊWÎSTIYÊN DEMDIRÊJ

Operasyona Birûska Cizîrê mîna berdewama têkoşîna leşkerî ku hêzên me li dijî şaneyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst pêk tînin û di çarçoveya plana li gorî pêwîstiyan pêk hat. Operasyon li herêmên Hol, Til Hemis û Til Birakê ji ber hewila hin şaneyên terorîst a şantajkirina şêniyan ku îdeolojiya xwe ya tundraw li ser wan ferz bikin û endamên nû bikişînin nava xwe bi rêya peyam û xîtaba çapemenî, pêk hat. Di vê yekê de hin kesên dijberî Rêveberiya Xweser bûn alîkar, hatin girtin û torên wan ên leşkerkirinê, torên leşkerkirina kesên temenbiçûk jî hatin girtin.

BIRÊVEÇÛN Û ENCAMÊN OPERASYONÊ

Operasyon ji gelek aliyên ve hate destpêkirin da ku endamên xeternak ên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst bên girtin. Hêzên hevpar encamên yekser bi dest xistin û gelek çeteyên beşdarî gelek êrîşan bûne girtin, her wiha gelek kesên beşdarê hêsankirina êrîşên terorane bûne girtin.

Bi dûv re operasyon berfireh bû û pêngavên lêgerînê li gund û herêmên tê de şaneyên terorîst tev digerîn û hewil da ji ber çavên hêzên hevpar birevin pêk hatin û hewlên wan têk birin. Hêzan gelek nuqte û veşartgehên taybet bi şaneyan wêran kirin. Gelek çek û cebilxane, belgeyên îsbatkirin û cilên leşkerî ku çeteyan di veşartina xwe de bi kar dianîn, girtin.

Hêzên hevpar gihîştin sînorê Sûriyê-Iraqê û parçeyên mezin kontrol kirin.

Di opersyonên lêgerîn û serdegirtina cihên teroran de, hêzên me 154 çeteyên beşdarî plangerî û pêkanîna êrîşên terorane bûne girtin, her wiha çeteyên êrîşên rêxistina terorîst hêsan kirine û yên sûcên krîmîlazkirinê li dijî şêniyan kirine, girtin û wiha tên rêzbirêzkirin:

Hejmara endamên şaneyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst û yên guman ku hatine girtin; 102 endam in, ji wan 3 beşdarî amadekirin û gihandina erebeyên bombebarkirî ji şaneyên terorîst re bûn ku di Çileya 2022′yan de êrîşê girtîgeha Sînaa bûne.

Gelek kesên destê wan di peydakirina destekê ji şaneyên rêxistina terorîst re hebûn, mîna piştgiriya lojistîkî û propagandayê hatin girtin; 27 kes.

Gelek kesên destên wan di sûcên krîmînalîzekirina li dijî şêniyan de hene; ji wan rewşên talankirin, revandin û şantaja darayî, 25 kes in.

Di dawiyê de, em hêzên hevbeş ên beşdarî Operasyona Birûska Cizîrê bûne, helwesta şêniyên me li herêmên Til Hemis, Til Birak û Holê ku ji ber ku hêza ku dane em pîroz dikin. Her wiha spasiya rûspî û şêxên eşîran dikin ku dengê xwe ji şaneyên DAÎŞ′ê yên terorîst re bilind kirin û alîkariya hêzên me di tevahî qonaxên operasyonê de kirine.

Em radigihînin ku pêngava lêgerînê ya Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bûye. Her wiha wê hêzên me li têkoşîn û girtina bi şaneyên terorîst de bi rêya operasyonên ewlehiyê li gorî pêwistiyê dewam bikin."