NY’yê hişyarî  da, Rûsya Brîtanayayê bi ‘mîzanselê’ sûcdar kir

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, têkildarî mijara aloziyên li Sûriyeyê ‘wê rê li ber şerê berfireh ê leşkerî veke’ hişyarî da, Rûsyayê jî ragihand ku têkildarî êrîşa li Dûmayê agahiyên ‘mîzanseyên çavkaniya wê Brîtanya ye’ di destê wan de heye.

Bendewariya bi aloz a mudaxeleya DYA, Fransa û Îngîltere a li hember Sûriyeyê ya bikaraîna çekên kîmyewî dom dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, ji welatên endamên di civîna Konseya Ewropa de cih digirin daxwaz kirin ku ‘bi perpirsyar tevger bikin’. Gûterres anî ziman ku divê KENY ‘di demên xeter de’ divê hê berpirsyar tevger bikin û got: “Ji bo li ser aloziyên her diçin mezin dibin û mekanîzmayên lêpirsînê neyên avakirin, wê rê li ber xeteriyên aloziyên leşkerî veke.”

Nûnera DYA’yê yê Nîkkî Haley a di rûniştina KENK’yê de axivî wiha got: “dema pêwîst bû di vê mudaxele bê kirin.”

RÛSYA: DÎMENÊN LI DÛMAYÊ MÎZANSENA BRÎTANYAYÊ NE

Di civîna KENY’ê de nîqaş bi dijwarî dom dikin, artêşa Rûsyayê îdîa kir ku êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê ‘Lîstikeke ya Brîtanyayê ku derxistiye ser dikê’ ye.

Berdevkê artêşa Rûsya Îgor Konaşenkov wiha got: “Deîlên xurt de destê me de hene ku provakasyona li Rojhilatê Gûtayê ku raste rast ji aliyê Brîtanyaya mezin ve pêk hatiye.”