NY: Tirkiyeyê li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kir

Komîsyoneke girêdayî neteweyên yekbûyî (NY), diyar kir ku Tirkiyê li Efrînê hiqûqê navneteweyî bin pê kiriye û çeteyên wê pêkanînê keyfî kirine.

NY’ê di rapora ku di derbarê êrîşên kîmyewî yên li Sûriyê hatî bikaranîn û binpêkirinên hiqûqê navneteweyî amade kirî de, cih da binpêkirinên li Efrînê ku piştî dagirkirinê pêk hatine.

Li gorî agahiya Reûtersê di rapora ku bi 400 kesan re hatî amadekirin de, cih da êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê ya ku 20’ê Çile pêk hatibû. Di raporê de tê gotin ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr, cihê bazarê û taxên bajêr ji hêla hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine rûxandin.

Komîsyona lêpirsînê got: “Ji 20 Çile û pêve hêzên dewleta Tirk ên hewayî ku êrîşan pêk tînin, hiqûqa navneteweyî binpê kirine û beriya ku hin êrîşan bide destpêkirin hemû tedbîrên ku bên girtin ji holê radike û pêk nayne.”

Di raporê de bertekên ji bo pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê ‘artêşa azad a Sûriyê’ jî cih digirin.

Her wiha di raporê de tê gotin ku hêzên Sûriyeyê îsal li Xûtaya Rojhilat û herêma Idlibê di bombebaran de gaza klorê pêk aniye û ev jî sûcên şer in.

Di rapora lêpirsînê de li gel sê êrîşên çekên kîmyewî, ji sala 2013’an û pêde hejmara êrîşên çekên kîmyewî yên di raporê de cih digirin derkete 39’an. Ji 33 hebên van rejîma Sûriyê berpirsyar hate girtin. Li gorî rayedarekî NY’yê ku ji Reûtersê re axivî, kiryarên her şeş êrîşên din nehatiye peyitandin.