NY’ê bang li welatan kirin ku zarokên li kampa Holê bibin

Neteweyên Yekbûyî bang li welatan kirin ku 27 hezar zarokên li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, dîsa vegerînin welatên wan.

Nûnerê Sekreterê Giştî yê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov bang li dewletan kir ku zarokên welatiyên xwe ku li kampa Holê ne, vegerînin. Voronkov diyar kirin ku ev zarok piraniya xwe zarokên DAÎŞ’ê ne, 27 hezar zarok terkî qedera wan kirine û hişyarî dan ku di nava kampê de metirsî heye ku werin radîkalkirin.

Di kampa Holê ya ku ji mezintirîn kampên koçber û penaberan ên li Sûriyê ye, li gorî rêjeya NY’ê 62 hezar kes lê dijîn. Ji sedan 80’ê yê xwe ji jin û zarokên ku herî dawî sala 2019’an ji herêmên ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatîn azadkirin reviyane, pêk tê.

Voronkov destnîşan kir ku zarok ji 60 dewletan di nava kampê de hene û teqez kir ku berpirsyariya wan ji dewletên wan tê xwestin, ne ku ji Rêveberiyê Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin.