Nûçegihana ku di şerê Kobanê de bû çav û guhê me: Dîcle Şêxo

Rojnamevan Dîcle di cejnê de daweta wê hebû. Wê rojê kincê kamûflajê li xwe xemilan û ji bo alavên pîşeyî û leşkerî got, "Êdî kinc û alavên min ên bûkê ev in. Ez ê bibim bûka Kurdistanê." Bi vî rengî dest bi rêwîtiyeke nû ya jiyanê kir.

Dîcle Şêxo yek ji rojnamevanên şerê Rojava ye. Dibêjim rojnamevana şer, ji ber ku di dema Şerê Kobanê de ezmûna xwe ya destpêkê da. Tevlî 5 pêngavên rizgarkirina Kantona Kobanê û derdora wê bû, ku niha jê re herêma Firatê tê gotin. Li milekî wê kamera, li milê din jî keleş hebû. Li pişta wê kompûtera wê, li bejna wê jî êlekê wê yê şer. Bi rûkenî dibêje, "Roja ku Kobanê azad bû ji kêfa min bi keleşa xwe ya ku heta wê demê qet bi kar neanî, şarjorek vala kir."

Dema ku li eniyên herî metirsîdar nûçe dişopand, şervanan bi berdêla canê xwe ew diparastin. Û pêwîstî pê nebû ku çeka xwe bi kar bîne. Çîrokeke Dîcle heye ku ji bo jin ên ciwan û ji bo welatparêziyê dikare bibe mînak. Dîcle beriya şer bi zora malbatê destgirî bû. Di cejnê de wê bizewiciya. Piştî ku DAÎŞ'ê dest bi êrişê kir, jiyana wê guherî. Wê rojê kincê kamûflajê li xwe xemilan û ji bo alavên pîşeyî û leşkerî got, "Êdî kinc û alavên min ên bûkê ev in. Ez ê bibim bûka Kurdistanê." Bi vî rengî dest bi rêwîtiyeke nû ya jiyanê kir.

Em li sala 2010'an yanî çar sal beriya şerê Kobanê vedigerin û li çîroka Dîcle guhdarî dikin.

Dîcle qalê dike: "Navê min Dîcle Şêxo ye. Ji gundê Kor Elî me. Piştî 6 saliya xwe me bar kir Reqayê, em li wir man. Min li Reqayê dibistan qedand. Di Newroza 2010'an de dema ku di navbera hêzên rejîmê û Kurdan de şer derket em neçar man ku Reqayê biterikînin. Ji xwe zexteke giran li ser bavê min hebû, ji ber ku weke xebatkarekî eniyê dixebitî. Em çûn Minbicê Du salan li wir man. Min dibistana xwe dewam kir. Bêguman wê demê li qada civakî rêxistinbûn û karên meclîsê hebûn. Jinên Kurd, bi taybetî jî jin ên ciwan kêm bûn. Ez û bavê min ji bo tevlî karên meclîsê bibin çûn. Hilbijartina hevserokatiyê bû, û min piraniya dengan bi dest xist, bûm hevseroka meclîsê. Weke karê destpêkê me Mala Gel vekir. Rejîm hîn li wr bû û em neçar bûn ku bi rengekî veşartî bixebitin. Odeya me ya jinê hebû. Hem me pirsgirêkên jinan û ciwanan çareser dikir, hem jî tevlî karên çapemeniyê bûm. Heta sala 2012'an bi vî rengî em xebitîn. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandoreke meizn li Minbicê jî kir. Rejîm derket, lê belê komên Îslamî hatin. Li taxên Kurdan jî rêxistiniya YPG'ê hebû.

Em vê carê ji wir hatin Kobanê. Di 3 mehên destpêkê de bavê min nexwest tevlî kar bibim. Lê belê ez bi dizî ji bo karê çapemeniyê diçûm. Bi rojan, bi hefteyan bi bavê xwe re neaxivîm. Demekê zexteke wiha li min çêbû. Lê belê berdêla wê neaxaftina bi malbatê re jî me min guh neda. Bêguman car carna dema nûçeyên min li rojnameyê, li TV hatin weşandin, ew jî nerm bûn. Dema ku pêşketina min dîtin kêfxweş bûn. Di dawiya sala 2012'an de çûm perwerdeya çapemeniyê ya 15 rojan a li Qamişloyê û dema ku ji perwerdeyê vegeriyam tevlî vî karî bûm."

Dîcle bi zora malbatê destgirî dibe û piştî mehekê wê bizewiciya. Bêguman karên şoreşê gelek bûn. Dema zewacê bi qasî sal û nîvekê dirêj kir. Em guh bidin Dîcle: "Dema ku ji Qamişloyê vegeriyam rêxistinbûna Kongreya Star dest pê kiribû, YPJ ava bûbû. Bi kurtasî jinûve avabûn hebû. Malbat jî bi fikar bû ku weke şervan tevlî bibim. Rojekê metka min hatin min xwestin. Min tiştek nekir, tenê got erê. Em destgirî bûn. Kurê metka min li başûr bû û malbatan bi vî rengî destgirî kirin. Piştre yekser şerê Girê Spî dest pê kir. Her roj agahiya şehîdan dihat. Min nûçeyên têkildarÎ şehîdan jî dişopand. Timî zextek li ser min hebû ji bo zewacê. Normal mehekê ez ê destgirî bimam, lê min dema wê dirêj kir. Gihand heta sal û nîvekê. Zext êdî giran bûbû, min jî ji neçarî got 'temam'. Cejnê wê daweta me çêbibûya. Amadekarî temam bûbûn. Hevalên min kincê bûkê, kûafor her tişt amade kiribûn...

GELEK KEDA ŞERVANAN LI SER MIN HEBÛ, ÇAWA DIBÛ KU WAN BITERIKÎNIM Û BIZEWICIM!

Cejnê şerê Kobanê dest pê kir. Şerê ku li gundan destpê kir piştî 22 rojan gihîştibû navenda bajêr. Me jî li wir berxwedana li gundan dişopand. Malbatê vê carê hewl dida min îqna bike ji bo ji Kobanê derkevim. Nêzî sal bû ku min ev kar dikir. Ewqasî ked hebû ji bo min, çawa dibû ku di dema şer de ji Kobanê derkevim? Min ji malbatê re got ku ez ê ti carî ji Kobanê dernekevim. Bêguman destgîrê min jî zext dikir digot 'were'. Min jê re got, 'eger tu ji min hez dike tu bê, eger em ê bimînin jî biçin jî bi hev re bin'. Wî jî got 'na'.

Li eniya me gelek şervan nas kir, ji Efrînê, Bakur, ji gelek herêmên cuda hatibûn. Gelek keda wan ji bo min hebû. Çawa dibû ku weke jineke Kobanê wan biterikînim! Çawa dikarim bizewicim! Ya rast malbata min jî li dij bû ku di nava şer de bizewicim, min ew jî îqna kiribû.

BERIYA ŞERÊ NAVA BAJÊR...

Dîcle bîranînên xwe yên destpêkê yên bi êş û giran di şerê li gundan de dît. Birîndar, şehîd, fedayî...

"Em çûbûn cihên metirsîdar. Me şehadet jî dît. Zehmet bû. Lê belê me ji şervanan moraleke mezin werdigirt. Carna me moral didan wan. Welê bû ku hin şervan bi rojan ranediketin. Me jî wê demê çîrokên şer berhev dikirin."

Dîcle qala şerê bajêr dike ku êvara 15'ê Îlonê dest pê kir:

ÇALAKIYÊN FEDAYÎ...

"Dema ku şerê nava bajêr dest pê kir hejmara şevanên YPG û YPJ'ê kêm bû. Beşek ji şervanan çalakiyên fedayî kirin. Arîn Mîrkan, Destîna û yên mîna wan. Destîna Qendîl û 11 şervanan li Kaniya Kuran çalakiya fedayî kirin. Bi vî rengî nehiştin ku DAÎŞ bi pêş ve biçe. Li rojavayê Kobanê li Girê Dolê şervanên bi navê Êriş û Zozan tevî 11 şervanan çalakiya fedayî kirin. Hevalên ku bi Şehîd Êriş û Şehîd Zozan re bûn wiha gotin, 'Em ê hemû bibin mayin, xwe bi tankan ve biteqînin. Em ê nehêlin ku çete ji vî girî li Kobanê binerin'. Bi vî rengî şehîd bûn.

Mesela Şehîd Revan hebû. Her wiha gelek YPG'iyan çalakiyên fedayî lidar xistin. Berxwedana Serzorî dîrokî ye. DAÎŞ yekemcar li vir têk çû. Di nîşandana van çalakiyên fedayî de weke çapemenî em kêm man. Gelek ji wan ne bi wêneyekî ne jî bi nivîsekî bê vegotin.

ÇÛYÎNA JI NEÇARÎ YA BER BI BAKUR VE...

Piştî ku DAÎŞ kete nava bajêr ji me re hate gotin ku divê em hemû ji bajêr derkevin. Gotin 'Hûn ê biçin Bakur, li wir karê xwe dewam bikin'. Me qebûl nekir, lê belê dîsa jî şandin. 15 rojan li Pirsûsê destgîrkirî man. Ji aliyê derûnî ve êşkenceyeke mezin li me hate kirin. Timî gef dixwarin û digotin, 'Em ê we radestî DAÎŞ'ê bikin, bi taybetî jî jinan'. Em jî ketin greva birçîbûnê. Ya nebaş ew bû ku me giraniya şer hîs dikir. Me dengê teqînan dibihîst. Piştî ku derketin malbata min jî destgîrê min jî gelekî hewl dan ku venegerim. Lê belê min got ku ez ê careke din şervanan bi tenê nehêlim û vegeriyam Kobanê. Li Kobanê wezîfeya min a bingehîn vegotina çîrokên şervanan, çîrokên gel ên li Til Şehr bû. Şervanan wê demê li tenê çend taxan ku di destê wan de mabû li ber xwe didan. Perde li kolanan kişandibûn, kîsên xîzê danîbûn pêşiya pencereyan û dîwar qul kiribûn. Demeke welê bû ku li daîreya avahiyekê şervan, li daireya li kêlekê jî DAÎŞ'ê hebûn.

ÇÎROKÊN HENEKO YÊN ŞERVANAN

Her ku me firsend didît ji şervanan dixwest ku qala çîrokên xwe bikin. Bêguman yên heneko jî hebûn. Şehîd Hamza qala bîranîneke xwe kir: 'Rojekê li mala ku em lê bûn, ji odeya din deng hat. Me bi BKC, B7 êriş kirin, bi bombeyan êriş kirin. Di nava toz û dûmanê de me dît ku tenê pisîkek li wir e!'

Rojekê bi horsê dîwarên avahiyekê qul dikin. Piştre eşkere bû ku li aliyekî şervan dîwêr qul dike, li aliyê din jî çete. Dema ku qul bû çete û heval li hev rast hatin. Piştî ku şaş bûn, bombe avêtin, çete diavêje hevalan, heval diavêjin çeteyan, di dawiya dawî de bombe li aliyê çeteyan diteqe.

Du çeteyên ku rêya xwe şaş kirin, hatin cihê şervanan. Wê demê kincên wan dişibin hev. Wê demê şervaneke bi navê Ezda jî nîşan dide ku divê kî bi ku ve biçe. Ev her du jî tên û ji wan re dibêje 'hûn jî bi wî alî ve biçin'. Wê demê heval jî çete jî pê dihesin ku şaşitiyek bûye. Beriya çeteyan heval radihêjin çeka xwe û çete li wir tên kuştin.

SERWERIYA ÎRADEYÊ...

Çekên giran hebûn ku ji Mûsilê anî bûn. Çeka herî giran a bi şervanên me re jî doçka ya 14.5 bû. Ew jî li nava sê eniyan digerandin. Bêguman serweriya îradeyê hebû. Sira serketinê jî di wir de bû.

HINEK JI WAN HÎN AVA KOBANÊ JÎ VENEXWARIN LÊ ŞEHÎD BÛN

Hin ji şervanên ku bi seferberiyê hatin 10 deqeyan, hinek ji wan jî hîn çete li pişta wan bû şehîd bûn. Hîn nekarîn ava Kobanê jî vexwin, lê şehîd bûn. Hinek ji wan hînê navê hevalê bi hev re şer dikir nizanîbûn şehîd bûn. Şerekî gelekî mezin hebû, lê berxwedan jî ewqasî mezin bû. Kobanê bi vê berxwedanê li cîhanê deng veda. Koalîsyon piştre kete dewrê û li çeteyên DAÎŞ'ê xist. Kêliya dawî bû, taxek di destê şervanan de mabû. Li hemû eniyan, li xetekê şer dikir. Û êdî rojane şervanan derbên mezin lê xistin.

DAÎŞ'ê vê carê dest bi xerakirina malan kir. Ji bo balafirên keşfê wan nebîne ev dikirin. Her wiha bi wesayitên bombebarkirî hewl didina bikevin herêmên şervanan. Bi dehan şervan di van êrişên bombeyî de şehîd bûn. Tevî vê yekê jî operasyona rizgarkirina ji dagirkeriyê dest pê kir. Bi keleşan, bi îradeya xwe bi pêş ve diçûn.

ROLA ŞERVANÊN JIN...

Bi taybetî dixwazin destnîşan bikim ku di azadkirina Kobanê de keda şervanên jin gelekî mezin bû. DAÎŞ'iyan dema ku dengê tilîliya jinan dibihîstin ditirsiyan. Li gorî wan, eger bi destê şervanên jin bihatina kuştin nediçûn bihuştê. Dikarim bêjim ku YPJ'ê li Kobanê dîrok nivîsand. Pêşengî, fedayîtî, berxwedan bûbû YPJ.

ROJA KU KOBANÊ AZAD BÛ...

Wê rojê em li eniyê razayî bûn, venegeriya bûn cihê xwe. Çete ji xwe direviyan. Lê belê liv û tevgera şervanan hêjayî dîtinê bû. Alên biçûk-mezin hatibûn amadekirin, ji hev re digotin ku wê li ku li ba bidin. Ez û Xeznê bi hev re bûn. Operasyona dawî ya paqijkirinê dihae kirin. Xeznê bi wan re çû. Dibe ku çeteyên veşartî mabûn. Dema ku bi tenê mam min jî da dû wan. Şer neqewimî. Ketim nava kolanê kes tune bû. Tenê cenazeyên çeteyan hebû. Bêdengiyek hebû.

Dema ku em gihîştin Kaniya Kurdan, kêfxweşiya şervanan gelekî hêja bû. Li her derê dengê tilîliyên jinan dihat. Fîşekên kêfxweşiyê dihate teqandin. Piştre jî şervanan ji bo alê li ser gir biçikînin beziyan. Ya rast DAÎŞ'ê mayin li gir bicih kiribû. Fermandaran nekarîn kesî bisekinînin û şervanan ew alên YPG û YPJ'ê daliqandin. Keleşeke min hebû. Bêguman di dema şer de ji bo ewlekariya me bi me re bû. Lê belê min qet bi kar neanîbû. Ji bo min bû firsendek, ji kêfxweşiyê min şarjorek vala kir. Min ew xemgîniya di nava kêfxweşiya şervanan û fermandaran de didît. Ji ber ku heman hest bi min re hebû.

ROJA KU KOBANÊ AZAD BÛ MIN DEST JI DESTGÎRIYÊ BERDA

Di destpêkê de min qalê kir; roja ku bizewicim DAÎŞ'ê êrişî Kobanê kiribû. Min jî êdî êlekê xwe yê şer bi xwe ve xemilandibû û tevlî hevalan bûbûm. Ya rast wê rojê bîranîneke me bi vî rengî hebû.

Hevalên min xwe ji bo daweta min amade dikirin. Hatin dema ku ez bi wî rengî dîtin, gotin 'qaşo tu yê bizewiciya'. Min jî got, 'Ev kinc êdî kincê min ê bûkê ye, ez ê bibim bûka Kurdistanê'. Apê min ê YPG'î hebû. Dema ku ez dît, kincê leşkerî li min bû, li milekî min kamera, li milê din keleş hingî gelekî kêfxwqeş bû. Piştî ku Kobanê azad bû, min dest ji destgîriyê berda. Min ji malbata xwe re got. Wan jî gotin ku gotin 'tu zane'. Bêguman li gorî adetên Kobanê dema ku jinek dest ji destgîriyê berde ev şermeke giran e. Malbatê hefteyek du hefteyan bi min re neaxivî. Lê belê hebûna min a li nava şer ji xwe serê malbatê bilind kiribû. Bi dehan hevalên min şehîd bûbûn, min gelek tişt dîtibû. Zewac ne tiştekî welê bû ku di rewşeke wiha de qebûl bikim.

Min li nava ANF'ê dest bi nûçegihaniyê kir. Piştre bi avabûna ANHA'yê re tevlî ANHA'yê bûm. Ji wê rojê ve dixebitim. Dixwazim şehîd Mûstafa, şehîd Dilîşan bi bîr bînim ku di pêngavan de em bi hev re bûn. Ala wan di destê me de ye û em ê li ser şopa wan bin."