Neteweyên Yekbûyî ji ber ambargoya avê hişyarî da Tirkiyeyê

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da; ji ber ku dewleta Tirk û komên wê yên çete av li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîn rîskek giran a şewbê heye.

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), dewleta Tirk li Serêkaniyê ya dagir kiriye bi rojane nahêle ku av ji stasyona avê belav bibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li stasyona avê ya Elokê ku li nêzî Serêkaniyê ye, destûr nayê dayin ku av li herêmên di kontrola hêzên QSD'ê de ne belav bibe. Tê gotin ku astengkirina avê yekser ji aliyê Enqereyê ve tê kirin.

Nûnerê Sûriyeyê yê UNICEF'ê Fran Eqûîza ragihand, qutkirina avê di serî de ji bo jin û zarokan rîskeke mezin e li ser gelê herêmê. Eqûîza destnîşan kir ku ev rewş ne ya qebûlkirinê ye.

ÇAVKANIYÊN AVÊ NABE KU JI BO DESTKETIYÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ BÊN BIKARANÎN

Eqûîza polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk bi tundî rexne kir û bi bîr xist ku bi vî rengî gef li jiyana mirovan tê xwarin. Nûnerê UNICEF'ê got, "Çavkaniyên avê divê ji bo destketiyên siyasî û leşkerî neyên bikaranîn."

Stasyona avê ya Elokê ku dewleta Tirk dike amûreke polîtîkaya xwe ya li dijî mirovahiyê, avê digihîne bajarê Hesekê, kampa El Holê ku çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan lê ne û gelek deverên din ên sivîlan. Pêwîstiya 460 hezar mirovî ya bi avê ji vê stasyonê tê peydakirin.

Li gel ambargoya avê ya li ser Kurdan û gelên din, her wiha rîska belavbûna vîrûsa koronayê jî dibe sedema fikarên mezin.