Neîm ê Kobanê, berî her kesî ala QSD'ê li navenda Reqayê hilda

Li Reqayê gotina herî nav û deng, gotina Neîm e. Ku Neîm dibêje 'Niha li Reqayê heywan neman'. Li gorî Neîm, heywan tê wateya DAIŞ'ê.

Dema navê Neîm tê gotin, kenek tê ser rûyê mirovan. Neîm li gorî pir kesan ne dîn e, lê pir çaran jî xwe dîn dide nîşan dan. Berî şoreşa 19'ê Tîrmehê di nava Kobaniyan de biçûk û mezin dihat nasîn. Lê piştî berxwedana Kobanê û helwesta wî ya ku bi zor û înada xwe ji Kobanê derneket êdî bûye kesayetekî navdar.

Tê bîra min, dema hevalan bi heneko ji Neîm re digotin ku 'em ê te ji Kobanê derxînin' hêsir ji rondikên çavên wî dibariyan. Neîm, di serhildana 2004'an de ji ailyê rejîma Baasê ve hate girtin û li zindanê gelek êşkence lê hate kirin.

Ji berxwedana Kobanê û vir ve li her çeperên şer, her kes Neîm nas dike. Herî dawî di rizgarikrina Reqayê de Neîm dîsa li pêş bû û dirûşmên serketinê diqîriya. Ji xwe beriya her kesî, wî al li qada Alneîm a Reqayê daliqand. Me bi dizî çend wêneyên wî kişand. Bi xwe naxwze kes wêneyê wî bikişîne.

Her kesên li vir li Neîm difikirin û vê pirsê ji xwe dikin 'Gelo em Neîm dîn e, yan em hemû dîn in'. Teqez her kes dizane ku Neîm dîn e, lê dînekî berxwedêr e. Bi kenê xwe û axaftina xwe şahiyê dixe dilê her kesê li dora xwe. 

Li Reqayê gotina herî nav û deng, gotina Neîm e. Ku Neîm dibêje 'Niha li Reqayê heywan neman'. Li gorî Neîm, heywan tê wateya DAIŞ'ê.