Nebo: Tirkiye wê nikaribe herêmê vala bike

Alîkarê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sebrî Nebo anî ziman ku dewleta Tirk mîna DAÎŞ'ê dixwaze xelkê bitirsîne, bi vî rengî herêmê vala bike, lê belê wê nikaribe vê bike.

Alîkarê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk 24 saetan li ser qadê digerin, li wesayit û malan dixin, bi her cûreyî çekan bi kar tînin û ev hemû li pêş çavên dewletên li herêmê têne kirin. Sebrî Nebo diyar kir ku gel vê yekê dibêje, "Em ê li xaka xwe bimînin. Tevî her tiştî jî em ê berxwedanê ji xwe re bikin esas. Ev yek yekane rêya me ya rizgariyê ye."

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Şehbayê dewam dikin. Di êrişên meha dawî de yên li ser gundên Eyn Îsayê zerar gihîşt gelek sivîlan. Beriya demekê li gundê Safawiyê malbatek hate qetilkirin. Beriya çend rojan li gundê Dibisê komkujî hate kirin. Rêya bejahî ya M4 her roj tê bombekirin. Gundên li kêleka rê her roj dibin hedefa êrişan. Gundên dûrî sînor jî, gundên li başûrê Girê Spî jî têne bombekirin.

Alîkarê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sebrî Nebo anî ziman ku dewleta Tirk şerê qirkirinê dike û vê yekê jî li pêş çavên tevahiya cîhanê dike. Nebo diyar kir, armanca bingehîn a dewleta Tirk ji van êrişan û bombardûmanê ew e ku tirsê berde nava dilê mirovan, bike ku cih û warê xwe biterikînin û bi vî rengî plana xwe ya ji bo guhertina demografiyê pêk bîne. Nebo got, "Li herêmên dagirkirî ji xwe vê dike. Dixwaze heman tiştî li van deran jî bike. Dewleta Tirk li herêmê şerekî qirkirinê dike. Ev şerê qirkirinê li dijî gelên li herêmê hemûyan e. Sivîlên ku li gundên Safawiyê û Dibisê hatin qetilkirin Ereb bûn. Ji bo dagirkeriyê berfireh bike kuştina her kesî ji xwe re weke mafekî dibîne. Ji bo wan ciwan, zarok, jin, extiyar ferqa wan nîne. Van hemûyan bêguman li pêş çavên tevahiya cîhanê dike û cîhan bêdeng e. Yên ku dihêlin dewleta Tirk van hemûyan bike ji xwe ew in. Naxwe dewleta Tirk nekarîbû bi vî rengî bi hêsanî komkujî bikira."

KES WÊ CIH Û WARÊ XWE NETERIKÎNE

Nebo got, ji dewleta Tirk heye ku mîna DAÎŞ'ê wê tirsê berde dilê mirovan, bi vî rengî bike ku cihê xwe biterikînin, lê belê dema vê yekê êdî derbas bûye û got, "Her ku êrişî gund û malên wan dike, mirov bêhtir bi xaka xwe ve têne girêdan. Gel bi israr dixwaze ku herêmên dagirkirî bêne rizgarkirin. Gel ne gelê berê ye, tirs ji nava xwe derxistiye êdî. Niha tenê tiştek heye ku gel dixwaze; ew jî rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin e.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ RÛSYAYÊ

Nerazîbûna gel a li hemberî van komkujiyan bi giranî li dijî Rûsyayê ye ku weke garantor li herêmê ye. Li pêşiya baregehên Rûsyayê yên li vê derê gel gelek caran çalakiyên protestoyî kir, daxuyanî da çapemeniyê û heyet şand. Rûsya tenê lê temaşe dike. Heta niha bersiveke şênber nedane. Dibêjin 'Em li vê derê ne ji bo nehêlin ku dewleta Tirk bêhtir bi pêş ve bê', lê belê dewleta Tirk komkujiyan dike. Li hemberî vê bêdeng dimînin. Jİ ber vê yekê jî gel dibêje ku hebûna wan a li vir bêwate ye, hebûn û tunebûna wan tiştekî naguherîne."

LI GEL HER TIŞTÎ JÎ BIRYARDARIYA DI BERXWEDANÊ DE

Nebo diyar kir ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk 24 saetan li ser qadê digerin, li wesayit û malan dixin, bi her cûreyî çekan bi kar tînin û ev hemû li pêş çavên dewletên li herêmê têne kirin. Sebrî Nebo wiha axivî: "Ev gel dibêje 'Bendewariya me ji kesî nîne. Em tenê dikarin birînên xwe derman bikin. Em ê li xaka xwe bimînin. Tevî her tiştî jî em ê berxwedanê ji xwe re bikin esas. Ev yek yekane rêya me ya rizgariyê ye. Di vê de jî bi biryar e."