Nasnameyên 4 şervanên QSD’ê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 4 şervanên QSD’ê ku li Kobanê dema li ser wezîfeya xwe şehîd bûn, hatin eşkerekirin.
Nasnameyên 4 şervanên QSD’ê ku li Kobanê dema li ser wezîfeya xwe şehîd bûn, hatin eşkerekirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkera kirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Di demekê de hêzên me erkên xwe yên parastin, têkoşîna li dijî terorê û bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, li kêlek wê jî şervanên me di oxira pêkanîna jiyaneke ewle û îstîqrar ji xelkê herêmê re wefedar in.
Têkildarî mijarê, 4 şervanên hêzên me dema li ser karê xwe bûn gihaştina asta şehadetê. Şervan Ednan Şêx Mihemed (Berçem Kobanê), Mihemed Hisên Mihemed (Birûsk Rojava) û Serwet Ehmed (Dozvan Qasimî) di qezayeke leşkerî de li ser erkên xwe li gundewarên Kobanê şehîd bûn. Şervan Ebdulmecîd Îbrahîm El Sinêd (Soro) jî di encama nexweşiyekê de dema li ser karê xwe şehîd bû.
Şehîd Berçem ji malbateke welatparêz e. Ji gundê Berxbotan ê ku bi dehan şoreşên şoreşger û leheng dane, ye. Şehîd Berçem di 2012′an de dema hêzên leşkerî hate damezrandin tevlî hêzê bû. Beşdarî berxwedana Kobanê û gelek pêngavên serdegirtina rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst û bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû. Ji şorşe û gelê xwe re bi berxwedana xwe wefedarî îsbat kir. Xwedî ruhê hevrêtiyeke mezin hem di şer hem jî perwerde de bû. Mînaka şervanê pabendî erkên xwe bû.
Hevrêyê me şehîd Birûsk Rojava jî mînaka dayîna bêsînor bû. Di gelek pêngavên hêzên me yên li dijî rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst de beşdar bû. hêvî û baweriya serkeftinê di dilên hevrêyên xwe de çêdikir. Astengî nas nedikir, barhilgirê hevrêyên xwe di berxwedan û têkoşînê de bû. Di nava hevrêyên xwe de şervanê mînak bû. Hevrêyê me şehîd Dozvan Qasimî jî tevî temenê xwe yê mezin jî, lê di tevger û têkoşîna xwe de xwedî ruhê ciwantiyê bû. Ji destpêka damezrandina hêzên leşkerî ve tevlî xebatê bû û beşdarî gelekên pêngavên hêzên me dabûn destpêkirin bû.
Di kesayeta xwe de xuyangên şervanê şorşeger ê di oxira azadiya gel û welatê xwe de tê dikoşe hildigirt. Di nava hevrê û hêzên leşkerî de nimûne bû.
Hevrê şehîd Soro jî, ji ber ku bawer bû rûmeta xelk û welatê xwe dike tevlî hêzên me bû. Beşdarî gelek pêngavên hêzên me bû. Nîşana fedakariyê bû, bi xurtanî li dijî rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst şer kir û kêliyekê jî ji pêkanîna erka xwe ya leşkerî dudilî nebû. Xwedî ruhekî disîplîn û pabendbûna sîstem û perspektîfan bû. Em sersaxiya xwe û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin. Em bi israr in rêveçûna wan bi serkeftina muheqeq tacîdar bikin, ev jî soza me ji wan û ji gelê me re ye.
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî: Berçem Kobanê
Nav û paşnav: Ednan Şêx Mihemed
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Zekî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1995
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Kobanê-20.10.2023.
**
Navê tevgerî: Birûsk Rojava
Nav û paşnav: Mihemed Hisên Mihemed
Navê dayikê: Îda
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa/1999
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Kobanê-20.10.2023.
**
Navê tevgerî: Dozvan Qasimî
Nav û paşnav: Serwet Ehmed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Îsmaîl
Cih û dîroka jidayikbûnê:Kobanê/1980
Cih û dîroka şehadetê:Gundewarên Kobanê-20.10.2023.
**
Navê tevgerî: Soro
Nav û paşnav: Ebdulmecîd Îbrahîm El Sinêd
Navê dayikê: Ewş
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa/1998
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-20.10.2023′an."