Nasnameya şervanekî li Babê şehîd bû hate eşkerekirin
Hate ragihandin ku ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Fadil Hiwêş dema ku "erka xwe ya leşkerî" bi cih dianî, şehîd bû.
Hate ragihandin ku ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Fadil Hiwêş dema ku "erka xwe ya leşkerî" bi cih dianî, şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fadil Hiwêş dema ku li bajarê Erîmayê bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.
Hate ragihandin ku Şehîd Mihemed Fadil Hiwêş hezkirin û dilsoziya xwe ya bi welatê xwe re bi dayina berdêlên giran nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şervanê şehîd bûye wiha ne:
Nasnav: Ebû Mihemed
Nav paşnav: Mihemed Fadil Hiwêş
Navê dayikê: Ewiş Mihemed
Navê bav: Mihemed
Dema tevlîbûnê: 2016
Cih û dema şehadetê: Erîma, 16'ê Sibata 2021