Nasnameya şervanekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şervanekî xwe yê ku 16’ê Kanûnê di encama kemîna li herêma Holê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 16’ê Kanûnê dema şervanên wan li herêma Holo ya Hesekê ku dewriye digeriyan kete kemîna çeteyan û şervanê wan ê bi navê Elî Mihemed şehîd ket.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya daxuyaniya xwe sersaxî da malbata şehîd Elî Mihemed û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest, diyar kirin ku wê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta dawî biparêzin.

 Nasnameya şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd bûye wiha ye:

Nav û Paşnav: Elî Naso Mihemed

Navê Dayikê: Mesriya

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Um Hucêra, 03.03.1985

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hol, 22.05.2017

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarên Holê, 16.12.2019