Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku ji endamên wan Şahêr El Sultan li Dêrazorê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên hêzên Şahêr El Sultan 8'ê Sibatê li Dêrazorê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Endamê me Şahêr El Sultan roja şemiyê 8'ê Sibatê dema erka xwe li hember gel û axa xwe li kantona Dêrezorê bi cih tanî, hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Şehîd Şahêr ji bo xizmeta welatê xwe tevlî refên hêzên me bû. Bi hemû hêz erkên xwe bi cih dianî û ji bo xatirê welatê xwe bi hemû şiyana xwe şer kir. Bi exlaqê xwe û bi ruhê xwe yê hevaltiyê bilind û bi hesta berpirsyariya xwe ya ji bo parastina çanda kevnar a welatê xwe dihat naskirin."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Şahêr El Sultan
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Fitêm
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrazor 1/3/2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê 08.02.2024