Nasnameya 4 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 4 şervanên ku di meha Adarê de şehîd bûn, eşkere kir.

DAXUYANIYA ŞEHÎD

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 şervanên QSD’ê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn şehîd bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Xalid (Ehmed Xalid El Kurdî) û şervana Meclisa Leşkerî ya Suyran Ator (Sûriya Mame Nano), dema li ser erkên xwe bûn ji ber krîza dil şehîd bûn. Şervanê me Salih Bedran El Xidir (Rêzan) li Dêrazorê di encama bersivdayîna êrişa şandeyên terorîst de, her wiha şervanê Hêzên Komandos Gêlî  Kobanê (Mehmûd Mihemed Hemê) di qezaya perwerdeyê de şehîd bûn.

Serê malên van şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta xeyalên şehîdan a avakirina welatekî aram pêk bînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ebû Xalid

Nav û Paşnav: Ehmed Kurdî

Navê Dayikê: Xalidiyê

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib-Ramî/1983

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma/15’ê Adara 2024

.....

 

Nasnav: Atûr

Nav û Paşnav: Sûriya Nano

Navê Dayikê: Muna

Navê Bav: Mame

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Şenan/1967

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir/15’ê Adara 2024

…..

 

Nasnav: Rêzan

Nav û Paşnav: Salih El Xidir

Navê Dayikê: Yazî

Navê Bav: Bedran

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Hermûşiye/ 1987’an.

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Ceza/ 14’ê Adafra 2024

….

 

Nasnav: Gelî Kobanê

Nav û Paşnav: Memhûd Hemê

Navê Dayikê: Zenûbiya

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Xezîne/2006’an

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 12’ê Adara 2024’an.