Nasnameya 3 şervanên azadiyê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin eşkerekirin.
YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin eşkerekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3’ê şervanên YPG/YPJ’ê yên li dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên girêdayê wê re di 20’ê Çile ya 2018’an de bi armanca dagirkirina Kantona Efrînê bi hewayî û bejahî êrîşek dabû destpê kirin. Artêşa dagirker û çeteyên wê ku nekarîbûn di bejahî de pêşde biçin bi awayek dijwar teknîk bikar anîbû. 2 mehan bênavber di serî de balafirên şer, balafirên keşfê, bi tang û obûsan êrîş pêk anîbû. Şervanên YPG-YPJ rûxmê êrîşa teknîkî a dijwar heta dawî li berxwe dane. Di derbarê vê berxwedanê de rêhevala me Dêrîn Denîz ku di parastina navenda bajarê Efrînê de cih digirt di 15’ê Adara 2017’an de di êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk a li hemberî navenda bajarê Efrînê de gihiştiye şehadetê.
Di derbarê Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji ber êrîşên liser Efrînê de navber hatibû dayîn niha jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon berdewam dikin. Hêzên me yên YPG-YPJ ku dibin sîwana QSD’ê de di pêngavê de cîh digirin operasyona ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê lidarxistin bi awayekî aktîf tevlî dibin. Di 6’ê Gulanê de di operasyonek li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de rêhevalê me Midhî El Hemadî dema şerê li hember çeteyan de bi awayek qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.
Di heman demê de di 9’ê Gulanê de li Şedadê rêhevalê me Delîl Amûdê dema li ser erka xwe bû, gihiştiye şehadetê.
Em wekî hêzên YPG-YPJ di şexsê rêhevalên me Delîl, Dêrîn û Midhî de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Bi girêdana bîranînê wan re soza ku me daye şehîdên xwe û gelên xwe em dûbare dikin û emê heya vê sozê bi serkeftinê tacîdar bikin, têbikoşin. Em sersaxî ji malbata 3 rêhevalên xwe û gelê xwe re dixwazin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Delîl Amudê
Nav û Paşnav: Delîl Ezîz
Navê Dayikê: Bedîa
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayikbûn: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 9’ê Gulana 2018
***
Nasnav: Dêrîn Deniz
Nav û Paşnav: Asya Mustafa
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûn: Minbic
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018
***
Nav û Paşnav: Midhî El Hemadî
Navê Dayikê: Ezawî
Navê Bav: Ferzende
Cihê Jidayikbûn: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 6’ê Gulana 2018