Nasnameya 3 şehîdên Reqayê hate eşkerekirin

YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên li Reqayê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku her sê hevalên wan ên ji pêkhateya Ereb û zarokên herêmê ne, di 19 û 20'ê Cotmehê de, di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn.

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên welatparêz bi taybetî ji gelê Ereb xwest û destnîşan kir, ku wê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 3 şehîdan wiha ye:

Cîhad Hesekê

Nav û Paşnav: Cîhad Hesekê

Navê Rast: Mihdî El-Mela

Navê Dayîkê: Cewhere

Navê Bav: Ismaîl

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-10-2017 Reqa

====

Ebû Emced

Nav û Paşnav: Ebû Emced

Navê Rast: Ebdulhemîd Elî

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Keramê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-10-2017 Reqa

=====

Ibrahîm El-Keramê

Nav û Paşnav: Ibrahîm El-Keramê

Navê Rast: Ibrahîm Silêman

Navê Dayîkê: Fetim

Navê Bav: Silêman

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-10-2017 Reqa